Sazûmaniya 12’ê Îlonê didome

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 02:45

Yek ji şahidê Rojiya Mirinê ya Mezin Ahmet Şeremet ku şahidê berxwedana 14’ê Tîrmehê ye diyar kir bi sedema ‘Apoyî’ bûye hatiye girtin, behsa êşkenceya dermirovî ya li zindana Amedê kir û got sazûmaniya bi rêveberiya Esat Oktay hê jî li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê li ser girtiyên siyasî yên Kurd didome û banga berxwedanê kir.

Yek ji şahidên rojiya mirinê ya mezin Ahmet Şeremet diyar kir ku hêj niha jî li girtîgehan heman sepan di meriyetê de ne û wiha got: “Em tenê bi ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin bijîn û pêş bikevin.” 

Di ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin re, ya bi pêşengiya pêşengtiya M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hatî kirin 42 sal derbas bûn. Şahidên wê serdemê, berxwedana mezin a wan rojan vedibêjin. Ahmet Şeremet ku yek ji şahidên berxwedanê ye, 12 Îlona 1980’yî dema darbeya leşkerî ya Tirk hatibû girtin. Şeremet ku şahidî li berxwedanê kirî behsa berxwedanê kir.

Gotin ‘’Apoyî ye’’ û hatim girtin 

Şeremet, di sala 1982’yan de li Rihayê hate destgîrkirin û piştî 90 rojên destgîrkirinê, ji Doza Sereke ya PKK’ê hate darizandin. Şeremet ê ku dema destgîrkirî gelek êşkence lê hatî kirin got, “Di wan 90 rojan de bi taybet jî îşkenceya hilcoya Filistînê kirin. Piştre jî em şandin Amedê. Kemal Pîr û Mazlum Dogan hêj dernexistibûn dadgehê. Dema derketim dadgehê ji min re gotin; ‘Tu çawa ji vê komê tê darizandin?’ Dema min got; ‘Gotin Apoyî ye û hatim girtin’, ji min re gotin ‘Dema derketî dadgehê tu tiştekî qebûl neke.’ Dema derketîm dadgehê min tiştek qebûl nekir. Lê hatim girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Çawa ku anîn girtîgehê yekser li erdê dirêj kirin û tazî kirin. Piştre jî Esat Oktay Yildirin bi botên xwe da ser serê min. Ji min re got ‘tu kî yî? Tu çi yî?’ Wê demê gelek kes anîn. Heman lêpirsîn û îşkence kirin.”

Ji bo êşkenceyê bidin sekinandin…  

Şeremet, got dewletê hewl dida bi rêya îşkenceyê îradeya wan teslîm bigire û wiha domand: “Êşkenceya dermirovî li me kirin. Gelek hevalên me bi êşkenceyê hatin kuştin. Piştre ez derbasî qawîşekê kirin. Hemû hucre tije bûn. Dest û lingên gelek hevalan şikestî bûn. Di rewşa heyî de hewcehî bi berxwedanekê hebû û ev jî bi Mazlum Dogan dest pê kir. Armanca wan ew bû ku îşkenceyan bidin sekinandin û gavekî nû bidin destpêkirin. Fedekariyeke mezin hate kirin. Hinek heval bêyî dudilî ber bi mirinê ve baz dan. Vaye 14’ê tîrmehê ev yek da sekinandin. Xwe kirin mertal û rêya me ronî kirin. Demek çi ye, têkoşîn bedelê dixwaze. Dê bedel bidî û bi ser kevî.” 

Eynî kirin sazkar in 

Şeremet, anî ziman di ser berxwedanê re 42 sal derbas bûne lê eynî kirin sazkar in û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtîgehan niha heman rewşa Darbeya 12’ê Îlonê heye. Girtî înfaza xwe ya 30-32 salan temam dikin lê nayên berdan. Çima nayên tehliyekirin? Divê mirov li ser vê hizra xwe bike. Ev faşîzm bi xwe ye. Sepanên zext, tundî û îşkenceyê yên li girtîgehê li asta herî jor in. Tekane tişta ku em bikarin bikin yekitî ye û bidestxistina encamê ye. Di esasê xwe de ruhê 14’ê Tîrmehê ev e. Tenê em dikarin bi wî ruhî bijîn û pêş bikevin.”

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.