Li dijî Kurdan pîlanên qirêjî

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Sêşem 7 Tîrmeh 2020 - 11:45

Roj bi roj dijminên Kurdan û Rêveberiya Xweser pîlanên qirêjî û komployan hazir dikin û li derfeteke biçûk digerin da ku Kurdan qir bikin.
Ji Peymana Qesrî Şîrîn a sala 1639`an a di navbera Safewî û Osmaniyan de ku cara yekê Kurdistan kir du parçe û heta civîna garantorên Astanayê ya 1`ê Tîrmeha 2020`an a di navbera neviyên Safewiyan Îran, Osmaniyên nû dewleta Tirk û Rûsya de, pîlanên parçekirina Kurdistanê, nexasim komployên li dijî yekitiya Kurdan û statuya Kurdan dewam dike. Bi taybetî di van salan de ku doza Kurdan bûye rojeva cîhanê û êdî her kes behsa mafên Kurdan dike, êrişên bi vî awayî zêde bûne û helbet wê zêde bibin jî.
Di 1`ê Tîrmehê de, qaşo bi navê çareserkirina aloziya Sûriyê, careke din kujerên gelên Sûriyê Erdogan, Pûtîn û Rûhanî, civînek bi rêya înternetê li dar xistin. Balkêş e ku ev kujerên ku destê wan di xwîna gelên Sûriyê de hene, civîna xwe wekî rêzecivînên Astana û Soçiyê bê beşdarbûna ti aliyekî sûrî; ne rejîm, ne opozîsyon û ne jî Rêveberiya Xweser, li dar xistin.
Lê wekî her carê, gelên Sûriyê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve, ti hêvî ji civîna Pûtîn-Erdogan-Rûhanî nekirin. Jixwe dilniyan e ku hêzên navborî derdekî wan ê çareseriyê nîne.
Piştî civîna ku bi saetan dewam kir, her sê aliyan daxuyaniyeke wekî encamnameya civîna xwe dan raya giştî. Balkêş e ku vê carê bi awayekî eşkere û zelal dijminahiya xwe ji bo Rêveberiya Xweser anîn ziman. Bi hinceta “Parçebûnê û parastina yekitiya axa Sûriyê” qatilên zarokên Sûriyê, li dijî yekitiya Kurd-Ereb-Tirkmen-Çerkes-Ermen û modela wan a rêvebirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qîlên xwe tûj kirin.
Ya rastî, ev komplo û neqebûlkirin, ne tenê li dijî Kurdan e; rast e ku Kurd pêşengiya projeya jiyana hevbeş dikin, lê dixwazin di serî de derbê li Kurdan bixin û nehêlin ku Kurd mafên xwe yên rewa li Sûrî bistînin û bi awayekî azad bi pêkhateyên din ên Sûrî re bicivin.
Ev komployên wan li dijî jiyana hevbeş a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hêzên QSD`ê ku Sûrî û tevahiya cîhanê ji terorê rizgar kirin û di oxira vê yekê de zêdetirî 10 hezar ciwanên Kurd, Ereb, Ermen, Tirkmen û Çerkes şehîd bûn û ya herî dawî jî li dijî yekitiya Kurdan ku beriya du hefteyan li Rojava çêbûye. A herî zêde ku mirov dikare bêje Pûtîn, Rûhan û Erdogan li ser li hev kirine, jihevdexistina QSD`ê ye ku li pêşiya pîlanên wan ên qirêjî bûye mertal û Rêveberiya Xweser ku hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne. Bi çi awayî dibe, wê her sê dewlet çi bi rêya êrişan, çi bi rêya şerê taybet û komployan, wê her tim êrişî tecrubeya azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.
Pûtin, Erdogan û Rûhanî qaşo bi navê parastina yekitiya Sûriyê, her awa êriş û komployan li dijî Kurdan û pêkhateyên din amade dikin. Lê gelo kê axa Sûriyê parçe kiriye û kê Sûrî ji xwe re kiriye qada tecrubeya çekan û mijara barzirganiyê.
Erdoganê ku behsa yekitiya axa Sûriyê dike, ji Cerablusê heta Idlibê, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiriye û demografiya herêmê diguherîne û gelê resen ê wê herêmê dide koçberkirin, nexasim li Efrînê. Herî dawî jî pereyên tirkî li herêmên ku dagir kirine, li şûna pereyên Sûriyê bi kar tîne.
Rûhanî û Pûtin jî Sûrî ji xwe re kirine derî da ku pê derbasî herêma Rojhilata Navîn bibin û pê bibin xwedî hêz. Di vê oxirê de, ciwanên Sûrî ji xwe re bi kar tînin û cihên ku bixwazin wekî ku Erdogan dike, bi rê dikin wir, Lîbya jî mînaka herî berbiçav e. Ji bilî kirinên ku me anîn ziman jî, bi sedan kirinên bi vî awayî hene û kirinên xwe jî mixabin dewam dikin. Lê sosret e ku vê yekê hemû dikin û di ser de jî Kurdan bi parçekirin û cihêkariyê gunehbar dikin. Bi rastî ev sosret e.
Ev derfeta ku niha di destê Kurdan de heye, ne her roj dubare dibe, herî kêm her sed sal carekê dubare dibe. Lê gelo rêveberinên Kurdan, li hemberî van êrişan ku niha ji Başûr, Iraq û heta Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Sûriyê şerekî giran heye, çi dikin û wê çi bikin. Bi gotineke din, gelo haya lîderên Kurdan jê heye ku li dijî wan pîlanên qirêjî û komplo hene û nexasim PDK`ê.
Bêguman ji bo parastina destkefiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkefiyên Başûrê Kurdistanê, pêwîstiya herî zêde bi yekitiyê heye. Gelek caran jî me behs kiribû ku eger Kurd yekitiya xwe çênekin, wê komkujiyên mezintir û qirêjtir bi serê wan de bên. Jixwe dîrok vê yekê eşkere nîşanî me dide û şoreşa Mela Mistefa Barzanî û Komara Kurdistanê û Komkujiya Helebçeyê mînakên herî nêz in.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.