Li dijî edaletê 10 dozger

Çarşem 7 Îlon 2022 - 21:27

  • Dozgerê 9’an ê ku ji dosyaya lêpirsîna li nexweşxaneyê ya têkildarî komkujiya li ser Malbata Şenyaşar berpirsiyar jî hate guherandin.

Dozgerê 9’an ê ku ji dosyaya lêpirsîna li nexweşxaneyê ya têkildarî komkujiya li ser Malbata Şenyaşar berpirsiyar jî hate guherandin.

Li navçeya Pirsûsê ya ser bi Rihayê, di 14’ê Hezîrana 2018’an de hevjîn û 2 kurên Dayîka Emîne Şenyaşar ji aliyê badîgardên Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatibûn qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar bi birîndarî ji bûyerê filitîbû.  Dayê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferîd Şenyaşar bi daxwaza edaletê 9’ê Adara 2021’ê Nobeta Edaletê dan destpêkirin. Nobet îro di roja xwe ya 548’an de didome.

Komkujiya li dijî Malbata Şenyaşar a di heman rojê de  jî, weke dosya “dikan”ê û ya “nexweşxane” veguherî du dosyeyên cuda. Dosyaya di 2’ê Nîsana 2021’ê de li ser êrişên li cihê kar ên malbatê bi dawî bû û li Fadil Şenyaşar ê ku di bûyerê de 2 bira û bavê wî hatin qetilkirin, 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birrîn. Fadil Şenyaşar ev bêhtirî 4 salan e ku li Girtîgeha Elezîzê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Doza wî di pêvajoya îstînafê de ye.

Dosya ji malpatê û parêzeran veşartiye

Lê dosyaya li ser cihê ku esas komkujî lê pêk hat, yanî dosyaya lêpirsîna Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ev bêhtirî 4 salan e ku bi biryara “nepenîbûnê” hatiye veşartin. Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar li nexweşxaneya ku rayedarên dewletê (wezîr, walî, midûrê polêsan, qeymeqam û polês) lê amade bûn, ew her sê hatin qetilkirin. Hat îdiakirin ku piştî qetlîamê, kamerayên ewlehiyê yên nexweşxaneyê hatine dizîn. Di 22’ê Nîsana 2022’yan de, bi qasî 4 salan piştî bûyerê, ji ber têkoşîna edaletê ya malbatê nîşan dayî û bûyerên li nexweşxaneyê qewimîn, di nav de birayê Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz bi giştî 4 kes hatin girtin.

Ferît Şenyaşar û parêzerê wan Bûlent Dûran, pêr xwestin derbarê rewşa dosyayê de agahiyê bigirin, hat zanîn ku dozgerê dosyayê cara 10’an hatiye guhertin, lê dosya hîna veneguheriye dozê.

Malbatê li hesabê xwe yê medyaya dîjîtal, Wezîrê Dadê yê Tirk Bekîr Bozdag etîket kir û got, “Dadgeha li Rihayê dewam dike ya ku wê bikeve dîrokê. Li saziya dewletê li ber kamerayan sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Dozgerê dosyayê yê 9'emîn yê ku dosya bi rê ve dibir, çû. Dozgerê 10´an hat. Derbarê dozê de biryara nepenîtiyê dewam dike.”

ANF/RIHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.