Ev hefteyek e li gundewarên Dêra Zorê bûyerên ne ji rêzê çêdibin. Mirov nikare van bûyeran wekî tiştên biçûk bibîne. Di hefteyekê de 2 sembol û serokeşîrên Ereban li gundewarên Dêra Zorê bi qest hatin qetilkirin.
Gel bi awayekî azad û bi parastina Hêzên Ewlehiya Hundirîn xwepêşandan çêkirin û daxwaz ji hêzên QSD û hêzên ewlehiyê kir ku kesên li pey qetikirina serokeşîran, bigirin û dadgeh bikin. Helbet ev jî ji mafê wan ê rewa ye ku zanibin kujerên wan kî ne.
Lê balkêş e meşên aştiyane, veguherîn meşên çekdarî û wan çekdaran gule li Hêzên Ewlehiya Hundirîn û navendên QSD`ê barandin û di encamê de şervanên QSD`ê şehîd bûn.
Şahidekî ku tev li meşê bûbû, ji ajansa ANHA`yê re ragihand ku kesên çek rakiribûn û ketin nava meşê, kesên ne ji herêmê bûn û ew nizanin ji ku ve hatine.
Baş e, kê ev çekdar bi rêxistin kirin û derbasî nava gel kirin da ku tevliheviyê derxin? Eger mirov bersiva vê pirsê bide û bizane kîjan alî li piştî van kesan disekine, wê demê bi awayekî hêsanî mirov wê bizane kî li pişt qetilkirina yek ji rûspiyên eşîra Igêdat Suleyman El-Kesar û şêxê eşîra Igêdat Îbrahîm Xelîl Cedan El-Hefel heye û çima şêxên eşîran dikin hedef.
Armanca sereke ya qetilkirina rûspiyên Ereban, bêguman jihevxistina QSD`ê ye. Bi gotineke din hêza QSD`ê ya ku ji zêdetirî 100 hezar ji ciwanên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan û Tirkmen pêk tê, ji hev bixin û derbeke mezin li QSD`ê bixin. Yên ku dixwazin QSD ji hev bikeve û fitne di navbera gelên Dêra Zorê de çêbe û ev komên çekdar bi rêxistin kirin, rejîma Sûriyê û Rûsya ne.
Di Hezîranê de, rûspiyên eşîrên Ereb ên Dêra Zor, Reqa û Tebqayê serdana fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî kir. Di van serdanan de, eşîrên Ereb ebe li Mezlûm Ebdî kirin. Çanda dayîna ebeyan di nava Ereban de, tê wê wateyê ku ew her tiştê xwe radestî wî dikin. Bi gotineke din yanî kar û barê xwe, parastin û hwd radestî wî dikin. Ev yek li xweşiya rejîma Sûriyê û Rûsyayê neçû.
Eşîrên Ereban ên Dêra Zorê ji Ebdî xwest ku wan ji şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê biparêze. Ji ber ku ew şane li dijî herêmê çalakiyên mayinçandinê û qetilkirinê û nexasim qetilkirina kesên navdar û xwedî bandor li herêmê pêk tînin.
Li ser banga eşîrên Ereban, QSD û bi destekdayîna Kooalîsyona Navneteweyî, du operasyonên bi navê Tinekirina Terorê li gundewarên Dêra Zorê dest pê kirin. Di van her du operasyonan de, QSD`ê gelek endamên şaneyên DAIŞ`ê girtin.
Balkêş e, piştî vê gavê rejîma Sûriyê û Rûsya har bûn û şaneyên xwe xistin tevgerê û dest bi qetilkirina şêxên eşîran li Dêra Zorê kirin.
Ev agahî, ji aliyê endamê şaneyên îsxitbarata rejîma Sûriyê Ebdrezzaq Newaf El-Qetî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên QSD`ê ve hate girtin, hate piştrastkirin. Ebdrezzaq El-Qetî ku ji ANF`ê re axivî, dibêje îstixbaratên Sûriyê û şaxê Ewlehiya Siyasî ya Hesekê "Şaneyeke qetilkirinê" ji bo tesfiyekirina serokeşîr û kesên navdar û serokên meclisên herêmî yên Dêra Zorê ava kiriye.
El-Qetî li xwe mukir hat ku hevalên wan ên heman şaneyê li Dêra Zorê karê xwe kirin, diviyabû li Hesekê jî heman kar anku qetilkirina serokeşîran pêk bihata.
Rejîma Sûriyê, bi salan gelê Ereb ê Dêra Zorê di bin zilm û zordariya çeteyên DAIŞ`ê de bû, bi hawara wan ve nehat û tenê ji bo parastina kursiya Beşar Esed, şer kir.
Lê niha piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD`ê û yekîtiya gelan ku li wir çêbû û bi deh hezaran ciwanên ereb ên Dêra Zorê tev li nav refên QSD`ê bûn, dixwaze di serî de tevliheiyê li herêma Dêra Zorê çêke. Di heman demê de, dixwaze fitneyê bixe navbera eşîran bi xwe de, piştre fitneyê bixe navbera gelê Kurd û Ereb û bihêle ciwan ji nava refên QSD`ê derkevin.
Lê xaleke balkêş ku hêja ye mirov li ser bisekine, zimanê ragihandinê yê rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker e. Ji bûyerên qetilkirina rûspiyan heta gelek bûyerên din, ragihandina rejîmê û ya dewleta Tirk yekser QSD`ê tawanbar dikin. Dixwazin bi vî awayî QSD`ê reş bikin.
Lê ev pîlana rejîmê û Rûsyayê neçû serî. Ev yek jî bi saya zanebûn û hesasiyeta gelê Ereb ê Dêra Zorê û parastina QSD`ê û hêzên ewlehiyê yên gelê Dêra Zorê pêk hat. Şêxên eşîran yekser derketin û gotin, ew ê bi dekûdolaba rejîma Baasê ya ku dixwaze herêmê tevlihev bike û fitneyê çêke, nexapin.
Êdî gelê li Dêra Zorê gihîştiye wê baweriya tekane ku hêza rûmeta wan biparêze zarokên wan in û ew jî şervanên QSD`ê ne.
parvê bike
Nivîsên Kendal CÛDÎ
Li ser serdana şandeyên DYE`yê
25 gulanê
Polîtîka DYE’yê ya Rojhilata Navîn
18 gulanê
Mikurhatin û gotin a gelê Başûr e
11 gulanê
Taxa Teyî û dersek
4 gulanê
Vebijêrkên Rûsyayê li Sûriyê
27 nîsanê
Durûtiya WHO’yê li dijî gelan
20 nîsanê