Li ber hovan bêdeng nema

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 21:33

  •  “Ez ê desteka xwe ya ji bo YPG û YPJ´ê yên ku li dijî hovan şer dikin, dewam bikim.” 

Parlamentera Kurd a Swêdê, Amineh Kakabaveh (Emîna Kakabave) rexne li bêdengiya Ewrûpayê girt û got, “Ez ê desteka xwe ya ji bo YPG û YPJ´ê yên ku li dijî hovan şer dikin, dewam bikim.” 

Pêr gava ku pirsa baweriyê ji ber wezîrê edaletê yê hikûmeta Swêdê hat parlamenê, wê dengê xwe bi bêalîbûnê bi kar anî û hikûmeta Swêdê ji ketinê xilas kir. Ji ber ku xelkê Kurd ji ber helwêsta wê ya xwedî li Rojava derdikeve, desteka xwe jê re bi peyamen eşkere kir, wê jî peyamek weşand. 

Wê malavahiya xelkê kir û got, “Nabe ku em bêdeng û bê reaksiyon bin beramberî faşîzmê û dîktatoran yên ku xelkê me dikujin, welatê me dagir dikin, zarokên me bi bombebaranê dikujin. Ez weke miroveke sosyalîst, weke pêşmergeyeke berê ya Komeleyê li vir im û bi rabihuriya xwe jî serbilind im.

Min desteka ji bo YPG û YPJ´ê misoger kir 

Lê mixabin temamê Ewrûpayê beramberî Erdogan bêdeng e. Tevî tevahiya zilma dike, ew bêdeng in. Lê ez bêdeng namînim. Bi ya xwe heta astekê bi ser xist di warê alîkariya bi Rojava re, ji bo demokrasiyê min desteka ji bo YPG û YPJ´ê misoger kir. Ew ne, Erdogan û rejîmên li Rojhilata Navîn terorîst in. Bila em hemû serfiraz bin. Mala we ava, tevahiya xebata me li dijî bêedaletiyê, desthilatdariya baviksalar, faşîzm û dîktatoriyê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.