Ocalan sembola berxwedanê ye

Pêncşem 7 Adar 2024 - 01:45

MUJDAT CAN / MA / AMED

Delegasyona Hiqûqnasên Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê li Amed û Stenbolê rojên derbasbûyî hin rêze serdan kirin. Endama delegasyonê Parêzera Swêdî Yasmîn Sazvar, derbarê dan û stendinan de nêrînên xwe parvekirin.

Sazvar diyar kir ku 3 sal in derbarê Rêber Abdullah Ocalan de tu agahî nayê stendin ev yek dibe sebebê fikarê û got: “Ez bi hêvî me ku di xalekê de em ê karibin bi awayekî li ser dewleta Tirkiyeyê bandorekê avabikin û nêrînan bidin pêş. Ji ber ku hevdîtina bi malbat û parêzeran re mafekî bingehîn e. Di heman demê de bi awayekî adilane dadgehkirin mafekî mirovî ye.”  

Em ê agahiyan belav bikin

Sazvar bal bire ser rêbertiya Ocalan û rewşa ku tê de ye û got:“Ew tevgerekê sembolîze dike. Bi birdozî, gotin û berhemên ku nivîsandiye balê dikişîne ser xwe. Sembola berxwedaneke polîtîk e.” Sazvar, anî ziman ku bi fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên entelektuel gelek zilaman ji wî hin tişt hîn bûn e wiha lê zêde kir:“Ji bo zilamên di nava civakê de Abdullah Ocalan modeleke pir baş ya nû daniye holê. Heke ji bo wekheviyê pê re mijûl bibe, wê wekhevî ji bo herkesê be.”

Sazvar destnîşan kir ku serdanên hatin kirin ji bo wê gelek hestiyarî û bibandor bûn û got:“Bi vê heyetê re em ê raporekê amade bikin û vegotina ku em hîn bûne ewilî em ê belav bikin. Ji bo min ev hevdîtin bû sebebê bandoreke kûr. Ji ber ku min nizanibû rewş ewqasî kûr e. Agahiyên ku me wergirtine em ê belav bikin. Yek ji pirsgirêkên di pêvajoya NATO'yê ya Swêdê de derket holê jî dê têkiliyên Tirkiyeyê-Swêdê de Tirkiyeyê Swêd bi alîgiriya PKK'ê sûcdar dikir. Ji ber vê bala çapemenî û raya giştî ya Swêdê li ser vê xalê ye. Ji ber vê yekê ez difikirim ku pêwîst e em li vir van agahiyên belav bikin.”

Mafê zimanê dayîkê gerdûnî ye

Sazvar qala nêrînên xwe yên weke şande têkildarî zextên li ser ziman kir û got:“Weke keseke li cîhanê geriya me di heman demê de ji bo gelê Kurd jî bi fikar im. Ez difikirim ku mafê gerdûnî ye ku gelê Kurd bi zimanê xwe biaxive û bi zimanê xwe yê dayikê bi perwerde bibe. Li gelek cihên cîhanê gelên herêmî û zimanê herêmî hene lê rewşa li Tirkiyeyê pir cuda ye. Ji ber nasnameya kurdbûnê gelek kes rû bi rûyê êriş û tundiyê dibin ku mirov xemgîn dike.”  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.