Qumaşên xemilandî û xweşikiya tirsnak

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 00:24

Hunermendê Swedî Markus Åkesson bi qumaşên xemilandî resmên balkêş çêdike. Yanî ew rasterast qumaş bikarnaîne lê qumaş pirr xweşik xêz dike û dixemilîne. Resmên wî behsa mirovên ku xwe bi qumaşên xemilandî nixumandine dike. Mirov dikare bibêje resmên wî hinek jî tirsnak in. Her wiha motîfên ku bikartîne jî nîşan didin ku ew ji dîroka hunerê îlham digire. Ji lewma di resmên wî de tesîra gravûrên Albrecht Durer û resmên Hans Holbein gelekî eşkere ye.

Ev resmên ku bi boyaxa zeytî hatine çêkirin dikin ku mirov bi dîroka hunerê re têkiliyekê deyne. Ji ber ku Markus Åkesson fîgûrên xwe dinixuminîne meraqa mirovan a ji bo resmên wî bêhtir dibe. Markus Åkesson dide zanîn ku wî ji bo van resmên xwe çêbike pirr bala xwe daye psîkanalîzmê û got; “Xewn û şirovekirina xewnan her tim bala min kişandine û ez meraq dikim. Ji lewre min hem Freud û hem jî Jung xwend. Sembol bi çi awayî tên avakirin û bi çi awayî tên guhertin tim mereqa min bû.” Ji xwe resmên Markus jî bi sembolan dagirtî ne.

Di her resmekî Markus Åkesson de raz û sirreke veşartî heye ku li bendê ne em wan bibînin. Eynî weke ku em xewnekê şirove bikin. Markus Åkesson jî bibîr dixe û dibêje; “Xebatên min behsa nasname û xweşikiyê dikin. Her wiha weke têgehekê ez li sirran jî dikolim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.