Li Swêdê Festîvala Çand û Hunera Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 4 Îlon 2024 - 00:29

Li Swêdê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Festîvala Çand û Huner a Kurd hate lidar xistin. Festîvala ku Meclîsa Jin a Amara, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Navanda Çandê ya Teşî malvaniya wê kir, di şexsê Gulîstan Tara, Hêro Bahadîn, Rosîda Mêrdîn û Orhan Bîngol de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê (NCDK) Menîce Yigît Yildirim û Mehmet Kaya, behsa êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser ziman û çanda Kurd kirin û berxwedana gerîlayan silav kirin. Di axaftinan de hat diyar kirin ku divê her kes bi awayekî xurtir li dora pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" kom bibin.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad jî got; “Axa Kurdistanê rastî êrîşeke mezin a leşkeran tê. Dijmin ji kaosa li Rojhilata Navîn û cîhanê sûd digire û weke firsendek hewl dide hemû destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Li dijî vê yekê di serî de partiyên siyasî, piştre gelê me û hemû saziyên me xwedî erk û berpirsyar in. Daxwaza me ji partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelê me ew e ku van rastiyan bibînin û helwesta xwe li gorî wê nîşan bidin. Em diyar dikin ku em dagirkeriya li ser Kurdistanê û qetilkirina zarokên xwe qebûl nakin."

Gelê Kurd bi rêberê xwe re ye

Di peyama ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ve hat şandin de ev bang hat kirin, “Em bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên ku dê di sala duyemîn a şoreşa Jin jiyan Azadî de werin lidarxistin bibin.” Di peyamê de hat gotin, "Gelê Kurd bi dengek bilind ji tevahiya cîhanê re dibêje ku, ew li gel Rêberê xwe ye û jiyanek azad bêyî Rêbertî ne pêkan e.” Partiya Çep a Swêdê û partiya Asûrî-Suryanî Bet-Nahrîn jî, ji festîvalê re peyam şandin û bal kişandin ser têkoşîna hevpar.

Muzîkjen festîvalê coşandin

Di festîvalê de bi pêşandanên şanoyên Koma Yarsan, Koma Çarnewa, Ayfer Duzdaş, Şerîf Omerî, Helîm Omerî, Nahîd Hewramî û Rizgar Hewramî kêliyên bi coş hatin jiyîn. Gelê Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî festîvalê bûn û bi gerandina govendê, bi berzkirina dirûşme û tilîliyan qada festîvalê coşandin.

Tevî ku hewaya li Swêdê sar û baran bû jî festîval bi coşek mezin pêk hat. Di festîvalê de her wiha Enstîtûya Kurd, Jineolojî, PENA Kurd stand vekirin û pirtûkên xwe dan nasandin. Tevî koma Zarok Ma’yê ya ku ji bo zarokan hatibû vexwendin, ji bo zarokan cih hate çêkirin û zarokan hînê çanda Kurdî û stranên Kurdî kirin. Koma Zarok Ma her wiha di 31'ê Tebaxê de li Gamla Stan a navenda bajarê Stockholmê komxebatek pêk anî.

Festîvala ku heta derengiyê dewam kir, bi berzkirina dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

ANF/STOCKHOLM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.