“Yekaneyî” navê romana nivîskara kurd Balsam Karamê ye. Roman niha bi wergera Robîn Şahîn ji Weşanên Pall derket. Roman ji swêdî hatiye wergerandin.
Balsam Karam nivîskareke kurd e, li Tehrana Îranê hatiye dinê, ligel malbata xwe çûye Swêdê û li wir dijî. Ew bi swêdî dinivîse. Heta niha hin pirtûkên wê derketine. Ev pirtûka wê ya niha ji bo kurdî hatiye wergerandin jî bi swêdî hatiye nivîsandin û Robîn Şahîn ew kiriye kurdî.
“Yekaneyî" ku 168 rûpel e, li ser êş, koçberî û dayiktiyê ye; di sala 2021’ê de hatiye weşandin. Dema ev roman hatiye weşandin Ji Nyheter’ê Viola Bao wisa li ser nivîsiye, “Zimanê dijwar ê Balsam Karamê xwendevanan ji kûr ve dihejîne.”
Fredrik Backman jî wisa gotiye, “Balsam Karam yek ji dengên herî orîjînal û awarte ye ku heta niha ji Skandînavyayê derketiye. Hûn dê bîst deqeyan piştî qedandina romanê pê bihesin ku pirtûk di destê we de, hûn hîna wisa rûniştî, sekinî mane.”
Balsam Karam kî ye?
Balsam Karan nivîskareke kurd e. Ew li Tehrana Îranê di sala 1983'yan de hatiye dinê. Dema heft salî bûye ligel malbata xwe bar kiriye Swêdê û ji wê demê ve li Swêdê dijî.
Pirtûka wê ya pêşîn a bi navê Handelsehorisonten (Asoya Bûyeran) di sala 2018'an hatiye weşandin. "Yekaneyî" ku pirtûka wê ya duyem e di sala 2021'ê de derketiye.
Ew pirtûkxanevan li Pirtûkxaneya Rinkeby ya li Stockholmê kar dike. Ew her wiha li Zanîngeha Goteborgê mamoste û berpirsa programa masterê ya li ser edebiyatê ye. Ew li Stockholmê dijî û bi Swêdî dinivîse.
NAVENDA NÛÇEYAN