Rêzê li mafên Kurdan bigirin

În 29 Mijdar 2024 - 02:50

Aktîvîsta Hawirdorê ya Swêdî Greta Thunberg ev nêzî hefteyekê ye li Bakurê Kurdistanê ye, wêneyê ku li Wanê kişandibû bi noteke dirêj li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parve kir.

Greta Thunbergê çavdêrî û nirxandinên xwe parve kirin û wiha got:“Di van demên dawî de min serlêdana Bakurê Kurdistanê kir û ez bi gelek kesên ku xwedî rabirdûyên cuda ne re hatim ba hev. Ji min re behsa zext û zilma sîstematîk, bi taybet ya ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û dîrokeke tejî komkujî kirin.

Wêrankirin û mêtîngeriya xwezayê bi awayekî derhiqûqî wêrankirina daristanan, fedakirina wan ji bo şîrketên madenê û şewitandina wan, çend ji awayên êrîşên li ser Kurdan in. Ev bi taybetî rê li ber koçberiya civakên xwecih û texrîbata dewlemendiya biyolojîk vedike. Ji holê rakirina çand û nasnameyê, tundiya dewletê, girtiyên siyasî, koçberkirina bi darê zorê, qirkirina xwezayê, windakirin, bêparhiştina mafê diyarkirina pêşeroja xwe û azadiyê, çend mînakên sereke ne.

Divê Kurd xwe birêve bibin

Ji bo avakirina pirên piştevaniyê yên rastîn li Tirkiyeyê, divê herêmên Kurdan xweserî hebe û bikarin xwe bi xwe rêvebibin. Mafê gelê Kurd e ku jiyan, çand û civaka xwe bi xwe ava bike.

Divê Tirkiye helwesta xwe ya li dijî Kurdan û civakên din zelal bike û mafên wan di makeqanûnê de mîsoger bike. Hikûmet ji bo bêdengkirina muxalifên siyasî ‘terorîzmê’ wekî hincetekê bi kar tîne. Bi deh hezaran siyasetmedar, bêyî darizandina adilane di girtîgehan de ne. Saziyên navneteweyî yên wekî DMME, Neteweyên Yekbûyî û Amnestyê ev yek şermezar kirin û bangawaziya serbest berdana wan kirin. Ji bo aşîtiyeke mayînde û pêşerojeke adîl, divê rêzê li mafên azadî û xweseriya Kurdan bigirin û dawî li êrîşên tund ên li ser Kurdistanê bînin. Heta hemû kes azad nebe kes azad nîne. Bijî Kurdistan.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.