Vezelandina li fezayê

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 14 Cotmeh 2024 - 00:32

Wêneyê wênegirê Îsraîlî Gilad Topaz ji nav 4 hezar wêneyên ku ji hêla 2 hezar wênegiran ve hatibûn şandin bû yekem. Ev wêneyê ku ji jor ve hatiye girtin di “Xelatên Wêneyên Dronê yên 2024”an de bûye wêneyê herî serketî.

Gilad Topaz navê “Drifting in space” (Vezelandina li Fezayê) li wêneyê xwe kiriye. Di wêneyê wî de hin kesên ku di nav qeşayê de xwe noqî oqyanûsê kirine û paşê xwe li ser parçeyên cemedê vezelandine tên dîtin. Her yek ji wan wek niqteyekê tê xuyanê. Di heman demê de ew dişibin astronotan jî.

Gilad Topaz vî wêneyê xwe li Behra Baltık a Swedê di dema gera xwe ya Oqyanûsê de girtiye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.