Monica Sjoo û xwedawendên feminîst

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 20 Çile 2024 - 01:55

  • Şêwekara Swêdî Monica Sjoo bi fîgûrên xwe yên ecêb bi feminîzmê dadikeve û gelek tabloyên wê nîşaneya wêrekiya wê ya di vî warî de ne. Nexasim jî tabloyê wê yê bi navê “God giving birth.” (Xweda tîne dinyayê) ku li hember hişmendiya baviksalarî weke protestoyekê ye, nîşan dide bê ew çiqasî bê tirs û wêrek e.

Şêwekara bi navê Monica Sjoo ku di sala 1938’an de li Swêdê hatiye dinyayê gelek tabloyên balkêş çêkirine ku balê dibin mijara feminîzmê. Tenê ne feminîzm ew bi van tabloyên xwe her wiha balê dibe ser dayikbûnê jî û babeta mederşahiyê di tabloyên xwe de şirove dike. Ji xwe di tabloyên wê de yek ji wan fîgûra ku herî zêde li ser disekine û xêz dike “Xwedawenda Mezin” e. Wê gelek eleqe nîşanî vê fîgûrê daye û bi vî awayî balê dibe ser civakên ewil ên mirovahiyê. Wê di tabloyên xwe de gelek sembol jî bi kar anîne û hewl dide ku bi rêya sembolan hin tiştan bîne ziman. A rast wê teknîkeke tevlîhev jî bi kar aniye û tabloyên wê weke kolajan jî tên xuyakirin. Her wiha cih bi cih tesîra geometriyê jî tê dîtin di tabloyên wê de.

Tabloyên Monica Sjoo li hember têgihîştinên şaş ên di warê zayendiyê de nerazîbûnek e. Wekî din ew bi van tabloyên xwe keda insanan û xulqandinê jî bi awayekî wêrek şirove dike û nîşan dide ku ew feminîsteke qewî ye. 

‘Xwedê tîne dinyayê’

Monica Sjoo navbera salên 1950 û 2005’an li Ingilîstanê dijî. Jixwe heta dimire jî li wir dimîne û dijî. Xebatên wê yên ewil bi daxwazên feminîst hatine karakterîzekirin, jixwe gelek ji van xebatan bêhtir ji dirûşmeyan pêk tên û xelkê vedixwînin çalakiyên feminîst. Lê piştî ku ew zaroka xwe ya duyem tîne dinyayê diguhere û bi ezmûnên nû careke din bi tabloyan dadikeve û xêz dike. Tabloyê wê yê “God giving birth.” (Xweda tîne dinyayê) ku wê di sala 1968’an de çêkiriye yek ji wan berhemên wan salan e. “Xweda diwelidîne” yek ji tabloyên herî nas ê şêwekara Monica Sjoo ye, wê li bin tabloyê xwe, bi tîpên mezin û sor nivîsa “Xwedê diwelidîne/Xwedê tîne dinyayê” bi cih kiriye û ji lewma jî navê tablo wiha maye. 

Protestoya bi fîgûrên ecêb

Gava ev tabloyê wê li “Pirtûkxaneya Swiss Cottage” ya Londonê tê nîşandan hin kesên oldar êrîşî tabloyê wê dikin û giliyê wê dikin da ku polês wê bigirin. Lê derûdorên feminîst zû bi vê yekê dihesin û xwedî li tabloyê Monica Sjoo derdikevin. Bi vî awayî tablo bêhtir tê zanîn û weke semboleke feminîzmê tê qebûlkirin. Tabloyên Monica Sjoo destpêkê weke tabloyên besît tên xuyanê lê her ku mirov li ser wan dirame û kûr diçe, dibîne ku gelek hûrgiliyên veşartî tê de hene. Fîgûrên ku xêz kirine têra xwe ecêb in û nîşan didin ku xeyalên Monica bê sînor in. Tabloyên wê her çend tevlîhev bin jî xwedî dîtbariyeke bi hêz in û weke protestoyekê ne. Di tabloyên wê de rengê reş û hin xetên qalind ku li dora fîgûr û sembolên xwe gerandine derdikevin pêş. Ev taybetmeniyên tabloyên wê yên sereke ne ku mirovan ber bi fîgûran di dikşînin.

Ji bo şoreşeke radîkal a feminîst

Monica Sjoo di heman demê de weke aktivîstekê jî tê zanîn, ji lewma her xebateke wê weke çalakiyekê ye. Jixwe ew bi xwe jî gelek caran tevlî protestoyên hawirdorê bûye û nêzîkatiya xwe ya di vî warî de bi awayekî polîtîk nîşan daye. Di her kêliya jiyana xwe de ji bo şoreşeke radîkal a feminîst pêk were tevgeriyaye û xebitiye. Wê estetîk û nihêrîna xwe ya hunerî tevî aktivîzmê nirxandiye û xeyalên xwe resmandiye. Tabloyê wê yê bi navê “Lunar Child of the Sea” (1982) li hember çalakiyên nukleerî yên Emerîkayê hatiye sêwirandin û di meşan de yên ji bo protestoyan, weke pankartekî hatiye bikaranîn.

Ax diêşe û xwedawenda mezin şînê digire

Tabloyên Monica Sjoo yên dawî hem utopîk hem jî trajîk in. Di gelek tabloyên xwe de siberojeke ku jin lê azad in xeyal dike û li heber baviksalariyê derdikeve. Her wiha şer û pevçûnên ser rûyê erdê û zirarê ekolojîk jî bi hişmendiya baviksalariyê ve girê dide. Lê hêlekê jî ew qebûl dike ku dinya têra xwe herimiye û şîna vê yekê digire. Tabloyê wê yê bi navê “Mother Earth in Pain, Her Trees Cut Down, Her Seas Polluted” (1996) balê dibe ser daristanên hatine qirkirin û behrên hatine qirêjkirin û dibêje; “Ax diêşe!” 

Monica Sjoo her du lawên xwe jî zû ji dest dide, yanî ew bê wext dimirin. Di gelek tabloyên wê de ev êşa wê xuya ye û wê xemgîniya xwe di van tabloyan de nîşan daye. Her wiha fîgûra wê ya ku weke “Xwedawenda Mezin” bi nav dike jî her tim di nav şînê de ye û halê dinyayê ew diêşîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.