Li benda şehadetê...

Nûçeyên Forum

Çarşem 5 Hezîran 2024 - 00:25

SELMAN ASLAN

Roj 18'ê Cotmeha 2022'yan saet 09:56. Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, piştî bi dehan daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê yên têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî li dijî gerîla, daxuyaniyekê dide. Fermandarî dibêje; Di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de 17 hevrêyên me di encama êrişên bi çekên kîmyewî yên dagirkeriya Tirk de şehîd bûn. Belê 17 zarokên ji çar aliyên Kurdistanê. Roj dîsa 18'ê Cotmeha 2022'yan saet 11:34. Di ANF'ê de du dîmen, du qiyamet... Yek ji 17 şehîdan Helbest Koçerîn a ji Sêrtê û bandora çeka kîmyewî li ser wê xweşikbûna wê ya bêhempa. Yek ji 17 şehîdan Baz Mordem ê ji Amedê, serê wî li ser kaba hevrêyeke wî... Kulma xwe welê şidandiye, awirên xwe ewçendî kûr û êşa li hinavan ewçendî giran dixuyê.

Ew dibe cara pêşî ku, gerîla dîmenên welê giran diweşîne û dibêje, me tenê xwest rastiya şerê li dijî me tê kirin her kes bibîne. Gerîla dibêje, me xwest em nîşan bidin ka li hemberî me rêbazeke çawa bêexlaqî ya êrişê tê bikaranîn. Gerîla dibêje, dîmenên ji van girantir jî hene lê me xwest gelê me bizane bê zarokên wî çawa û di kîjan şertan de li ber xwe didin.

Bi weşandina nasnameyên şehîdan û dîmenan re, li her deverê bi dehhezaran kes daketin qadan, meşiyan û hêrsa xwe ya li dijî hovîtiya dagirkeriya Tirk nîşan dan.

Her kesê beşdarî çalakiyan dibû, her kesê derheqê şehadeta gerîlayan a ji ber çekên kîmyewî diaxivî digot, "wê ew dîmen ti carî ji ber çavê me neçe."

Lê mixabin "me hemûyan" ew dîmen ji bîr kirin.

Ji ber ku îro jî di serî de Girê Fm, li ser gelek tunelên şer ên gerîla dagirkeriya Tirk bi wan çekên kîmyewî êriş dike.

Tenê di nava meheke dawî de li ser tunelên şer ên gerîla bi sedan car êrişên bi çekên kîmyewî pêk hatin.

Û em ji bo ku dewleta TIrk a dagirker protesto bikin, sûcên wê yên şer teşhîr bikin li benda daxuyaniya ragihandina şehadeta gerîlayan e.

Em li bendê ne, HPG daxuyaniyê bide û bêje, hin gerîla li Girê Fm an jî devereke din ji ber êrişên bi çekên kîmyewî şehîd bûne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.