Li Amedê ‘Rojên Wêjeya Berawirdî’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 12 Cotmeh 2022 - 03:31

Wêjegeh Amed ev demeke dirêj bû ku navber dabû çalakiyên xwe. Niha di serdema nû de haziriya çalakiyên cûr bi cûr dike. Wêjegeh Amed berê jî li Amedê Rojên Wêjeya Berawirdî li dar xistibûn. Di vê çarçoveyê de dê Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê yên 4’an di navbera 21 û 30’yê Cotmehê de bi babeta “Heqîqeta di zimanê xeyalê de” dîsa li Wêjegeh Amed wê bê lidarxistin.

Rojên Wêjeya Berawirdî bi hevkariya çend saziyan pêk tê. Weşanên Lîs, Wêjegeh Amed û Navenda Huner a Amedê bi awayekî hevpar van çalakiyan li dar dixin. Ji gelek biwarên cuda yên wekî wêje, zanistên civakî, muzîk, fotograf, sînema û hunerê hevçax, mêvan wê tev li bernameyê bibin û ew ê bi perspektîfeke navdisîplînî li ser babeta “Heqîqeta di zimanê xeyalê de” bisekinin û wê nîqaş bikin.

Wêjegeh Amed di metna xwe de armanca çalakiyê diyar dike û bang li xelkê Amedê dike da ku beşdarî Rojên Berawirdî yên Amedê bibe. Ew dibêje, îfadeyên afirîner girêdaneke xwe ya xurt heye bi tiştên kesane û civakî re û ew “dixwazin wêjeyên gelek zimanan bi dîsîplînên hunerê yên dîtir re bînin ba hev û li ser wan biaxivin.” Wêjegeh amade banga xwe wiha bi dawî dike: “Ji ber hindê jî, em we vedixwînin da ku hûn li ser çîrokên me, li ser heqîqetê, li ser xeyalê û li ser Amedê hevokan saz bikin.”

AMED

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.