Dostoyevskî werdigerîne Kurmanciyê

Nûçeyên Çand/Huner

În 11 Mijdar 2022 - 01:26

Madaî Maamdî keşeyekî Kurd e. Li gorî ew dibêje, ev qederê 15 salan e ku bûye Mesîhî û weke keşeyekî Ortodoks dijî. Ew niha li Yewnanîstanê dixwîne û ji Yewnanî û Rûsî pirtûkan werdigerîne Kurdî. Maamdî niha jî li ser pirtûkeke Dostoyevskî dixebite û dixwaze wê pirtûkê wergerîne Kurdî. 

Malbata Madaî Maamdî li Gurcistanê dimîne. Ew weke malbatake Êzîdî ji Wanê koçber bûne ber bi Sovyetê ve çûne û ji mêj ve li wir dijîn. Maamdî jî daye pey kokên bav û kalên xwe û heta niha li gelek welatan geriyaye. Ew vê gera xwe belesebeb nake helbet, ew li pey serpêhatiyên Kurdan digere û van serpêhatiyên wan weke arşîvekê qeyd dike. Ew her çiqasî niha li Emerîkayê weke keşeyekî bixebite jî ji bo perwerdeyê li Yewnanîstanê dimîne. Bi zimanê Ingilîzî, Yewnanî, Rûsî, Gurcî û Kurdî baş dizane.

 

Ji Rûsî û Ingilîzî werdigerîne Kurmancî

Maamdî heta niha 5 pirtûkên olî ji Yewnanî wergerandine Kurmanciyê. Her wiha ji Rûsî jî çend pirtûkên li ser Hezretî Îsa wergerandine Kurmanciyê. Niha jî li gor dide zanîn ew li ser pirtûkeke Dostoyevskî dixebite da ku wergerîne Kurmanciyê. Ew vê yekê jî bi pêşniyaza mamosteyê xwe Mihemed Paşaw dike. Mamosteyê wî di vî warî de piştevaniya wî dike da ku wergerên Kurmancî bike. Maamdî behsa bavê xwe jî dike. Li gorî agahiyên ew dide, bavê wî yê bi navê Pîroz jî ku bi eslê xwe Yewnan e, pirtûkên Yewnanî wergerandine Ingilîzî. Yek ji wan pirtûkên wergerandiye jî “Egoîzm” e. Maamdî jî daye pey şopa bavê xwe û bi karê wergerê re mijûl e.

Maamdî armanca xwe ya wergerên Kurmanciyê wiha dinirxîne, “Helbet ez hez dikim gelek pirtûkên klasîk yên wêjeyê ku li dinyayê deng vedane, wergerînim Kurmanciyê. Ji ber ku mixabin di vî warî de kêmasî gelek in.”

 

Malbat koç dike Ermanistanê

Maamdî derbarê koçkirina malbata xwe de jî van agahiyan dide, “Em wek malbat berekî Mihemdê Hewirî ne. Yanî pêşiyên me digotin em ji koka axaleran in. Piştî şerê dinyayê yê yekem pareke me ya mezin ji Havatsorê (Çaldiranê) çûne Wanê û parekî eşîrê yê mezin jî çûye Ermenistanê. Bi awayekî xwe gihandine Sovyetê, li wir bi cih bûne. Lê wekî tê bîra min, digotin, ‘em ji Êzîdiyên Başûr in’.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.