Ji zarok û mezinan re

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Tîrmeh 2021 - 06:15

  • “Nivîskar di romanê de macerayên Tom û hevalên wî bi zimanekî rasteqîn vedibêje û ew hêmaya ‘zarokên mînak û bi terbiye’ hildiweşîne. Ev berhem hem xîtabî zarokan hem jî xîtabî mezinan dike.”

ABDURRAHMAN GOK
MA/AMED

Romana Mark Twain a bi navê “Tom Sawyer”, bi wergera Rêdûr Dîjle ji Weşanxaneya Aramê derket. Nivîskar di romanê de macerayên Tom û hevalên wî bi zimanekî rasteqîn dibêje û ew hêmaya ‘zarokên mînak û bi terbiye’ hildiweşîne. Ev berhem hem xîtabî zarokan hem jî xîtabî mezinan dike. 

Weşanxaneya Aramê, Seta Klasîkên Zarokan ku ji 10 pirtûkan pêk tê wergeran Kurmanciyê. Yek ji wan 10 pirtûkan ku weşanxane demeke dirêj e li ser dixebitî, Tom Sawyer e. Ev roman êdî bi wergera Rêdûr Dîjle di nava pirtûkên Kurdî de jî cihê xwe girt.
 
Zarokekî îsyankar û şerûd

Romana Tom Sawyer a nivîskarê Emerîkî Mark Twain, sala 1875’an hatiye çapkirin. Tom, sêwî ye û li ba xaltîka xwe Polly dimîne. Zarokekî îsyankar, ingirokî, fêlbaz û şerûd e. Ji bo ji cezayên lê tên birrîn xelas bibe, tiştên werê dike ku mirov heyirî dimîne û axirê her tim xwe bi xelasê dixe. Bi wan xeyalên xwe yên dorfireh, li çeman, li daristan, şikeft û giravên razdar wekî lehengekî dijî; “Wê êvarê Tom saet di nehan de ket nav ciyê xwe, lê raneket. Saet di yanzdehan de dengê pisîkekê ji baxçe hat. Tom, di cî de kincên xwe li xwe kirin û di paceya odeya razanê re çû baxçe. Huck li benda wî bû. Nîv saet di şûn de gihaştibûn goristanê. Goristan du kîlometreyan dûrî gund bû, li serê girekî bû. Bayekî sivik ji nava daran dihat, xişexişa pelan bû. Bi Tom werê hat ku ev xişexiş ji ruhên ku wan ew bêzar kirine dertê. Di nav daran de bi pistepist axivîn. Bêdengiya heyî û tarîtiyê tirs xistibû dilê her duyan jî. Kesê bi navê Williamsê Belgîr nû miribû û li goristanê hatibû binaxkirin. Çûn nêzî gora wî û xwe li pişt dara li ser tilmekî veşartin. Ji dûr ve dengê kundekî dihat.”

Zarokekî bê tirs û xof e 

Tom Sawyer weke zarokekî nehis û mirovan dibehicîne xuya dike. Lê xwediyê xeyalên berfireh û nirxên exlaqî ye. Her wiha zarokekî bêtirs û bê xof e. Roman, durûtiya mirovan, ezezî û timahiya malê dinê ya li bajarokekî Emerîkayê bi awayekî baş nîşan dide; “Xizîneya ku zarokan dîtibû, li nav gund bûbû cihê kelecaneke mezin. Xaniyên ‘biperî’ yên li derdora gund û yên li gundên cîran hatin serobinokirin. Tew wê carê yên ku li wan xaniyan li xizîneyan digeriyan ne zarok, zilamên qerase bûn. Her kes çav bi Tom û Huck diket, bi hesûdî û heyr û hejmetkarî li wan dinerî. Berê kesî pir guh nedida gotinên wan, lê êdî her kesî bi rêz û hurmet guh li wan dikir. Rojname bi xwe jî çîroka jiyana wan nivîsîbûn.”

Mark Twain, di romana “Tom Sawyer” de macerayên Tom û hevalên wî bi zimanekî rasteqîn vedibêje û ew hêmaya ‘zarokên mînak û bi terbiye’ hildiweşîne. Ev berhem hem xîtabî zarokan hem jî xîtabî mezinan dike. Wexta xwîner çîroka vî zarokê nehs, mirovan dibehicîne û dibe bela serê xaltîka xwe Pollyê bixwîne, wê bibîne ku Tom ne yekî xerîb e. 
 
Mark Twain kî ye?

Mark Twain di sala 1835’an de li Emerîkayê ji dayik bû. Navê wî yê berê Samuel Langhorne Clemens e. Cara ewil sala 1863’yan navê Mark Twain di nivîseke xwe ya mîzahî ya geştê de bi kar tîne. Sala 1867’an pirtûka wî ya ewil Beqa Çindikî ya Navdar a Navçeya Calaverasê çap dibe. Bi vê pirtûkê navê wî tê bihîstin. Romana wî ya herî baş a ji bo zarok û xortan Serpêhatiyên Tom Sawyer e û dû re jî Serpêhatiyên Huckleberry Finn e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.