Her pênc berhemên Furûx Ferûxzad bi Kurmancî çap kirin. Berhemên Furûx Ferûxzad “Hêsîr”, “Dîwar”, “Isyan”, “Vejîneke Din” û “Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar” di kitêbekê de kom bûn û bi navê “Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar” çap bûn. Kitêb ji Weşanxaneya Avestayê derket.
Hatice Kılıç helbestên Furûx Ferûxzad ji Farisî wergerandine Kurmanciyê. Kitêb 336 rûpel e.
ENQERE