Bi Fransî Sosyolojiya Azadiyê
În 15 Îlon 2023 - 00:10
Sosyolojiya Azadiyê cilda sêyemîn a "Manîfestoya Civaka Demokratîk" a Rêber Abdullah Ocalan e û ji aliyê weşanxaneya “Editions du Croquant” bi zimanê Fransî derket.
Berê du cildên ewilî yên rêzenivîsa "Manîfestoya Civaka Demokratîk" bi navê "Serdema Xwedayên Bi maske û Qralên Bi Perde" û "Serdema Xwedayên Bê maske û Qralên Tazî" bi zimanê Fransî hatibûn çapkirin.
Nûnerê komîteya wergerê di daxuyaniya xwe ya ji ANF'ê re diyar kir ku wan bi serbilindî berhemên Rêber Abdullah Ocalan wergerandine Fransî. Her wiha wan da zanîn ku du cildên mayî yên rêza "Manîfestoya Civaka Demokratîk" di demeke nêz de wê bi zimanê Fransî bên çapkirin. Berhema ku niha tenê li ser malperên Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û weşanxaneya Editions du Croquant tê firotin, wê ji 9’ê Cotmehê û pê ve li ser platformên navneteweyî yên wekî Amazon, FNAC, Gibert û pirtûkfiroşên Fransî bên firotin. Rêber Abdullah Ocalan hêza avaker û hilweşandinê ya aqil, têkiliya di navbera aqil û exlaq, aqil û bawerî, exlaq û dînamîkên civaka exlaqî de radixe ber çavan. Di pirtûkê de ew li aliyekî di warê dîrokî û civakî de destketî û şikestinên hêzên dij-sîstemê dinirxîne û li aliyê din bi pirsgirêkên bingehîn ên sedsala 21’ê jî bi arasteyên fikrî, exlaqî, siyasî û têkoşînê dadikeve.
NAVENDA NÛÇEYAN