Şivanê Kurmanca ya pêşî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Îlon 2021 - 04:40

RONÎ ARAM
ANF/STENBOL

 

Erebê Şemo yê ku li gundê Sûsiz ê Dîgora ser bi Qersê ji dayik dibe, li Ermenistana Sovyetê romana bi navê “Şivanê Kurmanca” dinivîse. Ev yekemîn romana bi Kurdî ye. 

Romana Erebê Şemo berê du caran li Tirkî hatiye wergerandin. Weşanên Yazilamayê ji çapa wê yayekê wergerand Tirkî. Yek ji wergêrên kitêbê Ozkan Oztaş e û ew li ser Şivanê Kurmanca û Erebê Şemo axivî.

Oztaş got, xebata wan (a wî û Kamuran Demir) bi berhevkirina berhemên bi Kurdî yên li Yekîtiya Sovyetê dest pê kiriye: “Sala 2016’an me li ser ‘Hunera Kurdan a li Yekîtiya Sovyetê’ weşand, me dît derbarê dîroka Kurdan de gelek berhemên pêşîn li vir hatine weşandin. Yek ji van jî romana Şivanê Kurmanca ye. Wergera yekem a vê romanê sala 1977’an ji aliyê Weşanên Ozgurluk Yolu ve hatiye kirin. Wan jî, ne ji Kurdî lê ji Fransî wergerandiye Tirkî. Li gorî çavkaniyan, ev xebat berê ji Kurdî wergerandine Rûsî, piştre li Fransî û dûre dîsa li Kurdî hatiye wergerandin. Herî dawîn jî li Tirkî hatiye wergerandin. Sala 1978’an jî Ganî Bozarslan werdigerîne. Hin beşên vir bi kurtasî dane. Di pirtûka Erebê Şemo de 21 beş hene di ya Bozarslan de 15 beş. Xebata me nusxeya pêşîn a sala 1935’an ji xwe re kiriye referans.”

Ronesansa Kurdan

Oztaş derbarê Erebê Şemo de dibêje, ew bi Rûsî, Ermenkî, Gurcî, Azerî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Erebî dizane: “Erebê Şemo di Artêşa Sor de cih girtiye. Di rêxistina îstîxbaratê ya bi navê ÇEKA’yê de berpirsyarî stendiye. Li Zanîngeha Komunîst a Kedkarên Rojhilat perwerde bûye û li Lenîngradê di beşa Kurdolojiyê de jî doçent e. Ew di pirtûkên xwe de qala çanda Kurdan dike. Keleha Dimdimê, şoreşa Cotmehê ya 1917’an, Siyabend û Xecê, leşkerên Artêşa Sor. Ronakbîr û nivîskarên wê demê ji bo tecrûbeya wê demê dibêjin, Ronesansa Kurdan.”

Oztaş dibêje, di xebat, roman û berhemên wî de bandoreke mezin a Yekîtiya Sovyetê heye:  “Di xebat û berhemên wê demê de Sovyet, Lenîn, Stalîn, Şoreşa Cotmehê, Kolxoz xwe dîsa didin avakirin. Navê hin pirtûkên Erebê Şemo ‘Kolxoz û fêdeya wê ya ji gundiyan re’, ‘ Rêya şoreşa cotmehê’ û ‘Fermana Lenîn e.’ Erebê Şemo di Jiyana Bextewar de jî qala jiyana Kurdan a piştî şoreşa Sovyetê dike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.