Serpêhatiya Azado êdî bi Elmanî ye

Nûçeyên Çand/Huner

În 15 Îlon 2023 - 16:05

Kitêba Helîm Yûsif a bi navê “99 morîkên belavbûyî” bi wergera Elmanî ji weşanên Sujet derçû. Wergera romanê Dr. Barbara Sträuli kiriye û kitêb wê weke 261 rûpel biçe ber destê xwînerên Elmanyayê.

Roman li ser serpêhatiya wergêr Azado ye. Azado ji Rojavayê Kurdistanê ye û li Elmanyayê dibe penaber û paşê dibe wergêr ji bo penaberan.

Gava karê wergêriyê dike şahidiyê li gelek bûyeran dike û ev dikin ku bibîranîn li ber xeyala wî zindî bibin. Ew hezkirin, tirs û meseleyên xwe û yên penaberan li rojnivîska xwe dinivîse. Azado hewl dide li welatê xwe yê nû, ji heqî tiştan derkeve. Lê wergêrî vê yekê têra xwe zehmet dikin.

Di romanê de navê Helîm Yûsif weke Halim Youssef hatiye nivîsandin, yanî ji tîpên Erebî li gorî tîpên latînî hatine nivîsandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.