Ulysses heyfhilanîna ji kolonyalîzmê ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Adar 2023 - 05:15

  • Kawa Nemir, sala 2013’an dest bi wergera pirtûka nivîskarê Îrlandî James Joyce ya bi navê “Ulysses” kiriye û sala 2023’an wergera wê temam dike. Kawa li asîmîlasyona xwe mikur tê û dibêje, “Lê min ziman weke alaveke çaksaziyê û sileheke mezin nirxand û li ser vê yekê xebitîm.” 

Kawa Nemir, beriya niha jî berhemên helbestkar, nivîskarê şanonameyan û aktor William Shakespeare û gelekên dîtir wergerandibûn Kurmanciyê. Gava me jê pirsî, “Çima te bi taybetî wergerandina berhemên James Joyce hilbijart?”, wiha li me vegerand: “Joyce bi xwe şa’ir, nivîskar û zimanzanekî gelekî mezin bû, gelekî zîrek bû. Wî ji bo têkbirina kolonyalîzma Ingilîzan a bi sedan salan kultûra nivîskî ya Îrlandayê bi pêş ve bir û xeysetê mirovê Îrlandî xurt kir.”

Kawa Nemir bal bire ser zehmetiyên wergerê û destnîşan kir ku ji bo xwîner û wergêran zehmetiya vî karî deh carî dibe, lewma jî, beriya ku dest bi wergerandina vê berhemê bike, wî bi qasî 20 salan gelek amadekarî kirine.

Ulysses ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat çapkirin û li Amsterdamê, li Elmanyayê li Berlînê û li Fransayê li Parîsê jî bernameyên bo danasîna wê bên lidarxistin.

Pirtûk, li paytexta Îrlandayê Dublînê, serpêhatiya kesekî bi navê Leopold Bloom vedibêje. Ev serpêhatî 16’ê Hezîrana 1904'an qewimîye. Pirtûk wekî ku Îrlandayê xirab nîşan dide, dihat zanîn. Lewma di salên destpêkê de zêde nehat ecibandin. Lê piştî ku navê pirtûkê derket û cihên bajar ên di pirtûkê dihatine vegotin, bûn cihên turîstîk, êdî qedrê wê jî zêde bû. Di roja îro de 16’ê Hezîranê li Îrlandayê bi navê lehengê pirtûkê yanî wekî Bloomsday tê pîrozkirin. Li ser pirtûkê, bûyer û kesayetên ku tê de behsa wan tê kirin, gelek nîqaş hatine kirin û piştre jî bûye mijara xebatên wêje, çand û ziman. Pirtûka ku destpêkê wekî çîrokekê hatibû vegotin, cara yekem sala 1922’yan li Parisê hatiye çapkirin. Ulysses navê xwe ji destana Odysseia ya Homeros digire.

Pirtûk di nava wêjanasên Kurd de jî bi erênî tê nirxandin û gelek çav li riya wergera wê bûn.

 

Ji Tirk, Ereb û Farisan tolê hildide

Têkildarî xebatên xwe yên wergerê, wêjeyê û zimên jî Kawa Nemir agahî dan û bal bire ser zextên di heman demê de ew ber bi vê xebatê ve kişandî. 

Kawa Nemir sala 1992’yan, li Stembolê li dibistana amadeyî ya ziman Ingilîzî dixwend. Wî hingê biryar daye ku bi riya zimên ji kolonyalîzma Tirkan, Ereban û Farisan tolê hilde. Wê hingê mamostayekî wî yê Tirk, ê ku niha profesorê ziman û edebiyata Ingilîzî ye, bo heyamekê xwendina Ulyssesa James Joyce li ser wî û hevalên wî yên pola xwendekarên bijartî ya zimanê Ingilîzî ferz kiriye û paşiya paşîn wekî spartek wî ji wan neh xwendekaran xwestiye ku ji beşeke Ulyssesê 5-6 rûpelan jî analîz bikin û wergerînine Tirkî.

 

Çavkaniya wî dayika wî Helîmeya Gulê ye

“Wê demê, min hewl dida jiyana xwe hemûyî vegerînim Kurdî.” Bi van gotinan Kawa Nemir behsa serpêhatîyên xwe dike û wiha pê de diçe: “Min got û bû biryara min wekî ez ê ji kolonyalîzma Tirkiyeyê û Kemalîzma pîsik a wê li ser me ferzkirî, toleke zimanî hildim. Bi vê mebestê min jêderkên xwe yên xebatê pê de pê de zêde kirin, hê ji roja roj de ez bi xwe bûm berhevkarekî dilsoz ê çavkaniyên devkî û nivîskî yên zimanê xwe; axir di nava salan re ferhengeke xas bi ser hev de hat û durist bû ku niha bi dehan defteran di arşîva min de ne. Lê belê çavkaniya min a herî berfireh her tim dayîka min Helîmeya Gulê bû.”

‘Ulysses jî şoreşek ji şoreşan e’

Piştî vê biryarê, xebata wî ya 32 salan jî dest pê kiriye. Kawa Nemir helbestkar û wergêr e, û karê wergerê her tim wekî alaveke şoreşgeriyê dibîne.

Nemir got, di nava Kurdan de herçî xebata nivîsîn û wergerandinê ya pak û dilsozane bike, ew xebat dê bikeve ber xizmeta zimên û wiha peyivî: “Bê guman, di nezera min de, em her çi bikin jî, li ber keda xwîşk û birayên me yên şoreşger û pakrewan ên ku welatê me ji binî ve ji nû ve ava dikin, ne tiştek e. Lê, bi min, Ulyssesa me jî şoreşek ji şoreşan e, çi piçûk çi jî mezin.”

 

Ji bo xewna xwe pêk bîne karê xwe dike

Kawa Nemir diyar dike ku ew “Zarokê vê şoreşê ye” û got: “Ez piştî asîmîlyasyonê di 13-14 saliya xwe de li xwe vegeriyam. Lê min ziman wek alaveke çaksaziyê û sileheke mezin nirxand û li ser vê yekê xebitîm. Mîna wê kêliya ku di sedsala 19’an de Walt Whitmanê gewre cara pêşîn kelimiye û terîf û nav li temamiya şi’ra xwe daniye û gotiye, ‘Xewna Emerîkan’. Li Bakurê Kurdistanê vegera endamên nifşê min li xwe, vegera me hemûyan li xwe, cara yekem siyasî bû. Nifşên me yê salên 1990’î hemû wisa ne. Wê demê miletê me li ber mirinê bû, paşê belav bû û herkesî karîbû çi bike rêyek girt. Dibe ku min gelek gav neavêtin, lê karê xwe dikim.”

 

Divê werger bi rola xwe rabe

Kawa Nemir anî ziman ku di karê wî de hêza potansîyela neteweyîbûnê heye hem berhemên klasîk hem jî yên modern hildibijêre û got, “Şansê min hebû min bi xwe ew hilbijartin. Bi gotineke din, ew berhemên navên ku edebiyat, ziman û fikra ‘wêjeya cihanê’ li ser destên wan bilind dibin û tên hilgirtin. Ev dikarin bibin mînak ji bo me. Hem ji bo şoreşa li Kurdistanê, hem ji bo welatên ku li ber têkçûnê, ka wê çawa rabin ser xwe mînakek e, mîtografya çawa dikare bê wergerandin. Yanî îro propagandaya ziman em bi xwe bi zimanê xwe bikin. Ma qey wê ji me nepirsin wekî, ‘Gelo hûn bi vî zimanî çi dikin? Fizîk li ku ye, kîmya li ku ye, dibistan li ku ye, helbest, teorî û berhemhênan li ku ne? Xanî li ku ye? Cizîrî li ku ye? Teyran li ku ye? Nalî, Koyî, ka ew li ku ne? Di vir de jî divê werger bi rola xwe rabe. Îro, nisbet bi cîhanê, di edebiyatê û gelek waran de em dereng mane, divê werger yek bi yek di wan waran hemûyan de bi rola xwe rabe.”

 

Kamilbûyî pişta dijmin bîdin erde!

Li gorî Nemir ji bo ku xebata wêjeyê bi rola xwe rabe, qet nebe li her du parçeyên Kurdistanê yên azad, li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê, divê bi lez gelek tişt bên kirin. Mînak, divê warê perwerdeyê bi saxlemî were sazkirin. Her wiha, divê komîteyên kantonên li Rojava bi lez baştirîn modela perwerdeyê damezirînin û baştirîn dersên edebiyatê lê zêde bikin. Bi gotineke din li gorî wî îro her çi bar, ango her çi misyon be û bikeve ser milên wan, divê bê cihbicihkirin, em hemû jî wekî ferd û neferên qewmê xwe dê xwe bidine ber vî barî, ji ber ku bi tenê nifşekî nû yê bi Kurdî ruhê xwe kamilkirî dê bikare bi kolnederî pişta van dijminên me bîne ‘erdê, wan dijminên ku dor li me girtine û her kêlî li her çar parçeyan berdewam me Kurdan dikujin. 

 

Qîmetê bidin Şoreşa Rojava

Li Rojavayê Kurdistanê, piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê leşkerî ve gelek gav hatin avêtin. Şoreşa Rojava û modela Rêveberiya Xweser di cîhanê de mînak tê dîtin. Kawa Nemir der barê vê yekê de balê dibe ser van xisûsên giring: “Li cîhanê Şoreşa Rojava ji me re gelek dost çêkirin. Di vir de pêwîst e Kurd bi qîmeta vê derfetê bizanin ku şoreşê daye me. Di dilên bê jimar kesan û derdoran de hogirî, hevaltî û dilgermî bo me çêbûye, divê em vê fersendê baş bi kar bînin. Divê ev hewldan werin geşkirin û rola ‘ronakbîrên ronakbîr’ were parastin û bilindkirin; di mala xwe de em ji hev re bêhnfireh bin, ne ku her tim em bi tenê ji xelqê re bêhna xwe fireh bikin. Gotî layenên me yên siyasî li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê pozîsyoneke berhemdar durist bikin li hemberî ronakbîrên xwe. Em berê xwe bidinê bê ka berhemhênana zanyariya heqîqî li ku ye û bi destên kê ye. Heke sazî û dezgehên me îro ro Ulyssesa zimanê me bilind binirxînin, bo nimûne, Îrland, Katalanya û Welatê Baskê dê zûtir û zehftir bibin hevrêyên me yên baş.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.