Romana Ava Huma (Ava Homa) a bi navê "Daughters of smoke and fire" weke Kiçên Dûkel û Agir bi Soranî derçû. Nivîskar Şefîq Hacî Xidir kitêb ji Ingilîzî wergerand Soranî.
Kitêb behsa malbateke Kurd a ji Helebceyê dike ku berê xwe dide Merîwana li Rojhilatê Kurdistanê. Dayîkek û keça xwe jî ji bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Merîwanê. Lê li wê derê ranawestin û diçin Tehranê. Li Tehranê ji ber çalakiyên siyasî û şehîdbûna birayekî wan, zext li wan tê kirin. Piştre yek ji wan berê xwe dide derveyî welat û yek jî berê xwe dide Kobanê û tevli berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê dibe. Her wiha dibe yek ji wan avakerên gundê Jinwar ê li Rojavayê Kurdistanê.
Nivîskar Şefîq Hacî Xidir ê ku kitêb wergerandiye Soranî dibêje, “Pirtûka ‘Kiçên Dûkel û Agir’ taybetmendiyeke xwe heye. Nivîskara vê pirtûkê bi xwe Kurd e, ji bona wê ji hemû şoreş û binketinên Kurdan tiştek derxistiye û ev pirtûk nivîsandiye. Her tişta vê pirtûkê bi Kurdayetiyê ve girêdayî ye û di ser hemûyî re jî nîvîskara wê jineke Kurd e.”
ROJNEWS/HEWLÊR