Leheng stûnên dîrokê ne

Nûçeyên Forum

Pêncşem 2 Gulan 2024 - 00:20

OSMAN KAPAN

Em li ber sir û seqemên qerîsok dikevin. Payîz, bihar, havînên me jî didizin, dizên dîrokê. Em ber wan nakevin, lê xeşjinî û xweşmêriya me jî didizin. Carina em “şakî“ ne carina “eşqiya“ Gotinên wan dibine tîremar, li ser dilê me dikevin. Dil xwînî dibe, lê nefrîn û vîna me ya xwebûnê dijwartir dikin.

Şêrejinên me tim bersiveke xurt dane wan û nehiştine tu carî bigihin mirad û mexsedên xwe. Hîn jî dengê Zarîfê bi olan e li çiyayên Dêrsimê. Munzûr bi tilîliyên Besê û şêrejinên
Munzûr û pêrî xwîşkmak in ji Xabûr û Muradê re, ku ji betnê Dîjle û Ferat in diherikin mîna şîrê dayîkan, Mezrabotan ji wan têr ! Tovê pêşî bi destê Xwedavendên vê xakê hate reşandin. Zîl da. Ber da bû firşikê şaristaniyê… Piştre malikwêranî…

Çerxê li çexê da em bûn  çirûskek ji agir, çerx hîn dizîvirî em bûne “zarokên Agir û Rojê“ Roj bû ronahî, veşartiyên dîrokê  derxistin holê. Rûreşî û rûsipîtî li me ayan kir.  Em bûne hawar û  qêrîna dîrokê, bûne tola Geliyê Zîlan, Dêrsîm, Qoçgirî, Agirî û hemû êş û têkçûyînan. Em bi tîrêjên rojê hatin şûştin, kirasê felsefeya rojê li xwe kir, bûne EGÎD, SARA, ZÎLAN û şopderên wan, ku stûnên dîrokê ne! 

Em piço piço, hino hino dihunin nexşên dîrokê û xwe noqî  dîroka kevnare dikin, dibînin ku bêhnçikiyayên me ji bêhnfirehiyên me pirrtrin. Li deverna em bê mefer û henase hiştine, wê demê me xwe avêtiye himbêza mirinê, lewra mirin ji radestbûnê bi rûmet û serfiraztir hatiyê.  Ji wê ye li ser her bihosta axa KURDISTANÊ lehengekî bê nav heye…

Em bi soz û peymanin li pey wan, heya li ser her bihostek axa Kurdîstanê em neçînin gul û kulîlkan dê sekin nebe ji me re û emê dîrokê bi derziyê bikolin, çi bermahiyên heyî derxin holê, da mîrateya xwe bi xwedî bikin. Lewra em jî çiqlekî vê dîrokê ne.

Dema dagirkeran çiyayê Agirî dorpêç kir, CEWÊ gote Biro yê Heskê Têlî; “Biro, me bikuje nehêle li ber destê Romê…Rom xayîn e!“ Piştî wê bi salan, kulîlka heman axê, neviya Biroyê Heskê Têlî, Sema ya dilpak digot: “Kaliko, emê bi ser bikevin, lewra em stûna dîroka hilweşiyayî ne. Emê xeyalên te pêk bînin, navê te jî nemir bikin. Tifinga te ya destik zîv di hişmendiya kevnare de biteqînin.“

Di lênûska şervanekî Kurd de, ev helbest hate dîtin.

BILÛR Û TIFING

Hîrhîra li ber gumîn û teqîna tifinga
Biro yê Heskê Têlî
de nesekinin
werin li dîlana azadiyê bicivin

Bi nêwaya dengê wê bilûrê
ya Bedirxanê Botî
werin dîlana Kurdî bigerînin
Ax tifinga tetik zîv
çiqasî ediliye li bejn û balê
Ku pirr xweş lê tê
li vî xweşmêrê welatê min
bazê serhedê Biro yê Heskê Têlî

Bilûra Bedixan kur dinalî
Bi awazê re êşa Kurdî difûre
janên me yên paş ji yên pêş dibûrin
birîna giran bû bîra nûkolî
(bilûr noq kir, newa winda kir)

Sorhineya Helebê
ji guliya Cewê fedî dikir
qetrana li asîmanê çîksayî
li ber simbêlên reşî tarî
û zirav mîna tîra Medî
yên Biroyê Heskê Têlî gewr diman
erê xwîşkno, erê birano
mixabin û sed mixabin
simbêlên reşî qetranî
hîn jî bi xwînê sor in

Ku hîn jî dilûre bilûra bedirxan
û didome hîre hîra kenê Biroyan
li ser lêvên keç û xortên vî welatî… 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.