Lava ber bi deryayê ve diherikin
Pêncşem 23 Îlon 2021 - 03:20

Li giravên Kanaryayê yên ser bi Spanyayê, piştî teqîna volkanekê, zêdeyî 6 hezar û 100 kesî ji herêmê hatin veguhestin. Lava jî hêdî hêdî ber bi deryayê ve diherikin. Volkana Cumbre Vieja roja Yekşemê teqiya û lava jê pijiqîn û herikîn.
Serokê herêmê Angel Victor Torres anî ziman ku li her cihên lava jê derbas dibe, her tişt tine dibe. Ji ber teqîna volkanî, piştî sala 1971’ê, tiştek bi kesî nehatiye. Lê belê tê gotin, bi 400 milyon Euroyî xisar li herêmê bûye.
Heta niha 185 avahî şewitên û hilweşiyan. Lav li qadeke ji 103 hektarî belav bûye.
Li gorî Înstîtuya Lêkolînên Jeolojîk a DYE’yê (USGS) fikar hene ku lava bigihêjin deryayê. Di rewşeke wiha de parçeyên lavê wê biteqin, pêlên ava kelandî yan jî gazên bi jehr derkevin holê. Ev dû jî wê bi asît yanî kezab be.
Volkan bi qasî 2 kîlometreyan dûrî deryayê ye. Lava di rewşa heyî de saetê bi 200 metreyî diherike. Hikumeta herêma Kanaryayê ji şêniyên herêmê xwest ku dema derketin derve, dev û bêvila xwe binixumînin.
NAVENDA NÛÇEYAN















