Li Minbicê 410 şewat derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 1 Îlon 2023 - 00:08

Bi bilindbûna pileya germahiyê re şewat zêdetir dibin. Lewma di vê demê de xebatên Tîmên Agirkujiyê duqat dibin û ji bo parastina xelkê û milkên wan berpirsiyariyên wan zêdetir dibin.

Endamê Beşa Agirkujiyê ya bajarê Minbicê Telal El Himêdî axivî û eşkere kir ku tîma wan ji destpêka meha Tebaxê heta 23'yê Tebaxê 410 şewat vemirandine.

El Hemîdî da zanîn ku di Hezîran û Tîrmehê de nêzî 185 şewat derketine.

El Himêdî bal bire ser sedemên rûdana şewatan û got:"Pileyên bilind ên germahiyê, nepêkanîna tedbîrên xweparastinê ji aliyê xelkê ve, nebûna amûrên pêwîst di nav kargeh, cihên pîşesaziyê û malan de bûn sedem ku hejmara bûyerên şewatê zêdetir bibe.” Li gor Beşa Agirkujiyê, bi piranî destwerdana şewatên daran, rezan, kargehan, wesayîtan, stasyonên sotemeniyê û sahrîcan dikin.

Amûrên agirkujiyê kêm in

Ji bo agahdarkirina li ser şewatan Beşa Agirkujiyê hejmareke telefonê ya taybet diyar kiriye. Li gorî Beşa Agirkujiyê, ew bi rêbazek din jî destwerdana şewatan dikin, ew jî bi rêya koma rewşa awarte ye ku ji desteyên xizmetê û leşkerî pêk tê.

El Himêdî go: "Erka me ya sereke parastina xelkê ye. Lê belê gelek kêmasî hene ku li pêşiya me dibin kelem. Amûrên agirkujiyê û wesayît kêm in. Tevî wê jî em ji bo destwerdanê her dem amade ne.”

El Himêdî destnîşan kir ku divê navendên agirkujiyê li gundewarê Minbicê jî hebin da ku zexta li ser navenda bajêr kêm bibe û got: "Divê di tevahî kargehan de sîstemên parastina ji şewatê û amûrên agirkujiyê hebin."

El Himêdî bang li ajokaran kir ku bi wan re hevkar bin û dema wesayîta agirkujiyê derbas bibe, rê bidin wê da ku di zûtirîn demê de bigihîje cihê şewatê.

ANHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.