Zarokên Agir 2 fabrîke şewitandin

Şemî 25 Îlon 2021 - 03:42

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan 2 febrîke, dikanek û wesayiteke ‘faşîstan’ şewitandine. 

Însiyatîfê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya ‘pêngava têkbirinê’ de ya ku beriya demekê wan daye destpêkirin, li Stenbol, Denîzlî, Antalya û Kastamonûyê gelek milk şewitandine.

Li gorî daxuyaniye;

22’ê Îlonê li Şîle ya Stenbolê febrîkeya Koma Alkan a çêkirina malzemeyên elektrîkê, hate şewitandin.

21’ê Îlonê li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê febrîkeya O.G. yê ‘dijminê Kurdan’ hate şewitandin.

21’ê Îlonê li navçeya Manavgatê ya Antalyayê dikaneke lastîkê ya M.O. yê “faşîst” hate şewitandin û xisarek ji 100 hezar TL’yî lê bû.

21’ê Îlonê li navçeya Daday a Kastamonûyê wesayîteke ‘kesekî faşîst’ hate şewitandin.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.