Dosyê radestî YE’yê kirin
Pêncşem 14 Mijdar 2024 - 02:55
Şandeyeke Nûnertiya Yekîtiya Ewropaya (YE) ya Iraqê ku ji Cîgirê Balyozê YE’yê yê Ewropa yê Iraqê David Hilly, Berpirsê Beşê Alîkariyê yê Nûnertiya YE’yê ya Iraqê Lînart Derider û Berpirsê Ofîsa Têkiliyên YE’yê ya Hewlêrê pêk dihat, serdana Navenda Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan kirin. Rojnamevan û Berpirsê Beşa Soranî yê Şirketa Çetir (Chatr Company) Berhem Letîf tevlî civîna ku tê de karê çapemeniyê li Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin, bû.
Di civînê de dosyaya şehîdkirina her du rojnamevanên jin ên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn ku 23’yê Tebaxa 2024’ê de di encama êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li sînorê navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê şehîd bûn, radestî şandeya Nûnertiya Yekîtiya Ewropa ya Iraqê hate kirin.
XWEBÛN