Gulistan û Hêro li ser rêya azadiyê bûn
Pêncşem 21 Tebax 2025 - 03:45
Rojnamevan Hawjîn Şiwane li ser kesayeta her du rojnamevanên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn got: “Erka saziyên ragihandinê ew e ku li beramberî bêdadî û xwestekên dijmin şiyartir bin. Ji bo vê çendê pêwîst e rojnamevan bi giştî û rojnamevanên çapemeniya azad bi taybetî piştgiriya xebata van rojnamevanên şehîd bikin û li ser rêya wan xizmetê ji gel re bikin.”
Roja 23’yê Tebaxa 2024’an dema ku tîmek ji rojnamevanên çapemeniya azad ji bo çêkirina çend bernameyek ji bo televîzyonê ketibûn ser rêya navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, balafirek bê mirov a dewleta Tirk wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.
Rêheval û hempîşeyên her du rojnamevanan behsa kesayet û şehadeta her du rojnamevanên şehîd, dikin û diyar dikin ku ew ê li ser rêbaza wan bimeşin. Di derbarê mijarê de rojnamevan Hawjîn Şiwane axivî.
Rojnamevan Hawjîn Şiwane di destpêka axaftina xwe de îşaretî kesayeta her du rojnamevanên şehîd kir û got: “Her du rojnamevanên şehîd du kesayetên cûda, dilsoz û bi wefa bûn. Bi hişmendiya jinbûnê kar dikirin. Xebat û têkoşîna wan bandor li ser çapemeniya azad, navxwe û cîhanê çêkir û dengê wan gihişt tevayî cîhanê. Ji bona wê di nava çapemeniya azad de ew ê tu carî neyên ji bîr kirin.”
Di dewamê de Hawjîn Şiwane da zanîn ku bi gotinan ew ê nikaribin kesayeta dilsoz a Hêro Behadîn û Gulistan Tara tam vebêjin û got: “Divê em wek wan hewl bidin, bibin deng û rengê jinan û binpêkirinên ku li beramberî civakê tên kirin, bi rêya çapemeniya azad ragihinînin. Her du rojnamevan li ser rêya azadiyê bûn û ji ber vê çendê ji aliyê dijmin û dagirkeran ve hatin qetilkirin. Ji ber vê çendê ji bo parastina xebata jinan û hevrebûna jinan, wek rojnamevanên çapemeniya azad em ê li ser rêya wan bimeşin.”
Di dawiyê de jî rojnamevan Hawjîn Şiwane got: “Erka saziyên ragihandinê ew e ku li beramberî bêdadî û xwestekên dijmin şiyartir bin. Ji bo vê çendê pêwîst e rojnamevan bi giştî û rojnamevanên çapemeniya azad bi taybetî piştgiriya xebata van rojnamevanên şehîd bikin û li ser rêya wan xizmetê ji gel re bikin.”
SILÊMANÎ-ROJNEWS