Lêkolîn nehatiye kirin

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 02:45

Dewleta Tirk di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê bi SÎHA’yê rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetil kir. Ajokarê wesayîtê Rêbîn Bekir jî birîndar bûbû. Rojnamevanên ku bi wesayîta ayîdê Chatr Produksiyon ji bo kişandina bernameyê di saetên siharê de ber bi herêma Hewraman ve bi rê ketin, di dûrahiya 52 kîlometre ya ji navenda Silêmaniyê li herêma Tepê Reş bûn hedefa SÎHA’ya dewleta Tirk a dagirker. Dema bûyer qewimî wesayîta Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Rêbîn Bekir li piştê, li pêşiya wan jî wesayîta ku ji aliyê xebatkarê Produksiyona Chatr Keser Buldan ve dihat ajotin, hebû. Wesayîta Gulistan Tara û Hêro Behadîn, bû hedefa destpêkê ya SÎHA’yê. Wesayîta li pêşiyê ya ji aliyê Keser Buldan ve dihat ajotin jî, bû hedefa duyemîn a SÎHA’yê. Mesafeya di navbera her du bombebaranan de jî nêzî 500-600 metre bû. Piştî wesayîta di bin kontrola Rêbîn Bekir de bû hedef, Keser Buldan bombebaran di neynika wesayîtê ya singî de dît û ji bo alîkariyê bide hempîşeyên xwe pê li frenê dike û manevra dike. Bi vî rengî bi şansî ji bombebarana duyemîn rizgar dibe. Rêbîn Bekir ê bi birîndarî ji êrîşê rizgar bû, wiha qala bûyerê kir:“Teqînek çêbû û wesayîtê dest bi şewitînê kir. Min ti tişt fêm nekir. Wesayîta me zivirî û xirikî. Min bi destê xwe yê rastê nekarî kemera xwe ya ewlehiyê vekim, lê bi destê çepê karî û kesên li derdor ez ji wesayîtê derxistim.”

Piştî êrîşê 45 rojan, bi banga Înîsiyatîfa Rojnamevanên Kurdistan û ROJIN’ê ji bo şopandina peywendiyên şandeya ku ji Ewropayê çûyî Silêmaniyê, diçin cihê bûyerê. Şopên şewatê û parçeyên ji wesayîtê mayî, weke roja ewilî li cihê xwe disekine. Piştî komkujiyê nûçe hatibûn weşandin ku asayîşê rê girtiye û lêkolîn dike. Lê belê tişta ku me dîtî nîşan dide ku li cihê bûyerê ti xebat nehatine kirin.

Asayîşê ti tişt nekiriye!

Li cihê ku wesayît bûyî hedefa bombebaranê li ser asfalta germ di çapa 10-15 santîmetreyê de, di kûrahiya 4-5 santîmetreyê de çalek çêbûye. Dewleta Tirk a dagirker ji bo asta komkujiyê mezin bike, tevî ku qedexe jî ye bilye bi kar anîne. Divê mirov bi bîr bixe ku ev rêbaz rêbazekî DAÎŞ’ê ye. Yek ji kesên di nav şandeyê de û salên dirêj nûçegihaniya şer kiriye Rojnamevan Emma Audrey rewşê wiha tîne ziman.“Li vir lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin.” Rojnamevaneke din Alice Magar jî bi gotina “nayê bawerkirin” nerazîbûn nîşan da. Tevî ku 45 roj li ser bûyerê re derbas bûne, ev qas îspat li cihê bûyerê hatine hiştin û ev yek nîşan dide ku Asayîşê berpirsyariya xwe bi cih neaniye. Ev rewş ne bi îhmal yan jî neberpirsyariyê nayê vegotin, ji îhmalê zêdetir heye. Lê belê bi lêkolîneke bi baldar ji SÎHA’ya bombe berdayî, heta tîpa bombeya hatî avêtin û malzemeyên hatine bikaranîn, gelek agahî dikaribûn bên bidestxistin. Hevalên Gulistan Tara û Hêro Behadîn, rojnamevan û gelê Kurd li bendê ne ku bi lêpirsîneke bi bandor kujer û kesên ferman dayne bên darizandin, lê belê rayedarên herêmî berpirsyariyên xwe bi cih neanîne. Raya giştî niha fikar dike ku têkildarî komkujiyê lêpirsîneke bi bandor hatiye kirin an jî na.

ANF/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.