Gulistan Tara mirovek dilsoz bû
Şemî 23 Tebax 2025 - 03:55
- Dîcle Erdem a xwişka rojnameger Gulistan Tara ya ku bi êrişa Tirkiyeyê hat qetilkirin diyar kir ku Gulistanê di malbateke ku welatparêzî lê pêşketibû de mezin bû û got:"Gulistanê mirovek xwezayî û dilsoz bû. Hûn dikarin vê dilsoziyê di têkiliyên wê û di tevahiya jiyana wê de bi kûrahî hîs bikin. Di ciwaniya xwe de, ew ket ser rêya vê rastiyê, ket nava têkoşînê û qet dev jê berneda."
ROZA METÎNA / AMED
Salek di ser qetilkirina Hêro Bahadîn û Gulistan Tara re derbas bû. Di 23'yê Tebaxa 2024'an de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe, di êrişeke ji aliyê Tirkiyeyê ve her du rojnameger hatin qetilkirin. Her du rojnamegerên jin li dû xwe têkoşîneke giranbiha hiştin. Hempîşeyên wan jî soza dewamiya vê têkoşîna wan a giranbiha dan. Di salvegera qetilkirina rojnameger Gulistan Tara de xwişka wê Dîcle Erdem axivî.
Gulistan Tara mirovek dilsoz bû
Dîcle Erdem di destpêkê de qala kesayeta Gulistan Tara kir û wiha got:"Gulistan di malbateke ku welatparêzî lê pêşketibû de mezin bû. Wê taybetmendiyên kesayetî û hişmendiya xwe bi giranî ji vê jîngehê girtiye. Bavê min welatparêzekî dilsoz ê Kurdistanê bû. Navê Gulistanê nîşana vê welatparêziyê ye. Bajarê Gulistanê Batman e ku ew lê ji dayik bûye û mezin bûye, yek ji deverên herî berbelav û germ ên têkoşînê bû. Ev pêşketina têkoşînê di malbat, heval û jîngeha dibistanê de belav bû û bandor li ser avakirina kesayeta wê kir. Gulistan mirovek xwezayî û dilsoz bû. Hûn dikarin vê dilsoziyê di têkiliyên wê û di tevahiya jiyana wê de bi kûrahî hîs bikin. Di ciwaniya xwe de, ew ket ser rêya vê rastiyê, ket nava têkoşînê û qet dev jê berneda. Di hemî hewldanên xwe de, wê xwe bi hêz, rastî û dilsoziya bi hevalên xwe re dida pêşiyê. Gulistan di warên xwe de mirovek çalak bû. Dema ku hîn li dibistana amadehiyê bû, ew beşdarî çalakiyên ciwanan û komên şanoyê bû."
Di çapemeniyê de lêgerîna rastiyê
Dîcle Erdem bi lêv kir ku Gulistanê di çapemeniya azad de bûye dengê jin û civakê û wiha pê de çû:"Gulistanê wek lêgerînereke rastiyê, xwe di qada çapemeniya azad de bi cih kir. Bi ked û fedakariya xwe, ew bû lêgerînereke vê rastiyê, di şert û mercên herî dijwar de ji bo ku bibe dengê gel û jinên bindest, bêwestan têkoşîn da. Wê bi fedakarî li kêleka hevalên xwe şer kir da ku dengê gel û jinên Kurdistanê li çar aliyê cîhanê bide bihîstin. Carinan ew qîrîna zarokekî bêguneh ê li Rojava bû, carinan jî ya jineke bindest a li Şengalê bû. Bi helwest û pratîka xwe ya di vî warî de, Gulistanê bû deng, nefes û hişmendiya pêwîstiya têkoşînê."
Gulistan bûye Kurdistan
Dîcle Erdem da zanîn ew bi têkoşîna Gulistan Tara serbilind in û wiha dewam kir:"Gulistan û Hêro Bahadîn ji ber ku nûnerên kevneşopiya Gurbetellî Ersoz bûn, hatin hedefgirtin. Lê em dizanin ku ne pênûs û ne jî kamerayên van lêgerînerên rastiyê wê li erdê nemînin. Xebatkarên rastiyê dê îro û sibehê hebûna xwe bidomînin û rastiyê ji raya giştî re ragihîn. Hevalên wê li ser wê nivîsandin û gotin 'Gulistan bûye Kurdistan'. Tiştê dilê me hênik kir vê têkoşîna Gulistanê bû."
Nêzîkatiyek faşîst li dij çapemeniyê heye
Dîcle Erdem da zanîn tevî pêvajoyekê dest pê kiriye jî lê belê zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin û wiha got:”Mixabin, Tirkiye di warê azadiya çapemeniyê, demokrasî û azadiyê de bi ser nakeve. Nêzîkatiyek zordartir û faşîsttir, bi taybetî li hember çapemeniya azad û têkoşîna jinan, berdewam dike. Heta di vê qonaxa dîrokî de jî, ku gavên hêja ji bo çareseriyek demokratîk a pirsgirêka Kurd hatine avêtin, zexta berdewam a li ser çapemeniyê tirsa ji rastiyê nîşan dide. Li civîna komisyonê ya bi Dayikên Aştiyê re astengkirina zimanê kurdî nîşaneya herî berbiçav û zelal a asta nefretê ye. Mixabin, dewlet û hikûmet bi berdewamî serî li her rêbazê didin da ku rastiyê veşêrin. Lêbelê, li hember rastiya gel û biryardariya wan a ji bo têkoşînê, rastî nayê veşartin. Erê, dibe ku windahî û êş hebin, lê rastî di dawiyê de dê were eşkerekirin.”
Divê pêvajo bi azadiyê tacîdar bibe
Dîcle Erdem da zanîn ew dixwazin pêvajoya hatiye destpêkirin bi erênî derbas bibe, rojnameger êdî nebin hedef û wiha bi dawî kir:”Banga Birêz Ocalan a ji bo aştî û civakeke demokratîk a di 27’ê Sibatê de gaveke pir girîng û dîrokî ye. Bi taybet ji bo xilasbûna ji xeleka tundûtûjiyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi rêbazên demokratîk. Em vê gava dîrokî pir girîng dibînin û dinirxînin. Bi taybetî girîng e ku mirov ji mirinan dûr bisekinin û pirsgirêk bi rêbazên bê tundûtûjî û demokratîk werin çareserkirin. Ev pêvajo nayê wateya bidawîbûna têkoşînê. Rêbaz û aliyên têkoşînê diguherin. Divê dewlet jî gavên pêwîst bi van gavên berbiçav re paralel bavêje û guhertinên qanûnî û destûrî bicîh bîne. Ji ber vê yekê, girîng e ku dewlet jî gavên pratîk bavêje. Ji bo pêşxistina hawîrdorek aştiyê girîng e ku mirin careke din çênebin, rojnamevan neyên hedefgirtin û destwerdana çapemeniya azad neyê kirin. Em nikarin ji rastiyê birevin. Çapemeniya azad û karmendên wê nûner û dengê vê rastiyê ne. Êş û windahiyên me mezin in. Di salvegera Gulistan û Hêro Bahadîn de em dilsoziya xwe ya herheyî ji bo hewldan û nirxên ku wan afirandine diyar dikin û em hêvî dikin ku ev pêvajo bi azadiyê tacîdar bibe.”