Konferans diyarî Gulistan û Hêro hat kirin 

Nûçeyên Jin

Duşem 16 Îlon 2024 - 17:30

  • Siyasetmedar Gulser Yildirim têkildarî konferansa Meclisa Jinan a DEM Partiyê, diyar kir ku konferans ji bo xurtkirina rêxistinbûyina jinan girîng bû û got:"Parastin û şîrovekirina nirxên jinan gelekî girîng e. Loma jî ev konferans diyarî rojnameger Gulistan Tara û Hêrô Bahadîn ên ji bo nirxên jinê li berxwe dan, hat kirin. Di konferansê de hat gotin divê em jin bi xurtkirina rêxistinbûyin û têkoşîna xwe bibin keda van jinên têkoşer." 

ROZA METÎNA /AMED

Meclisa Jinan a DEM Partiyê di 12-13'ê Îlonê de li Enqereyê, bi dirûşma "Em di jiyaneke wekhev û azad de bi israr in, em xwe bi rêxistin dikin" 1'em Konferansa Rêxistinbûyina Jinan a Navendî li dar xist. Piştre encamnameya konferansa ku du rojan hat lidarxistin, ji aliyê jinan ve hat eşkerekirin.Jinan konferans diyarî rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn kirin. Gulistan û Hêro ji aliyê dewleta tirk ve li Silêmaniyê bi SÎHA'yan hatibûn qetilkirin.Jinan di konferansê de serhildana kesên li girtîgehan a li dijî faşîzma 12'ê Îlonê jî silav kirin û kesên di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. 
Siyasetmedar Gulser Yildirim a ku li Enqereyê tevli konferansê bû têkildarî konferansê nirxandin kir. 

'Konferans ji bo xurtkirina rêxistinbûyinê bû' 
Gulser di destpêkê de bal kişand ser armanca konferansê û wiha got:"Konferans di bin navê 'Em di jiyaneke wekhev û azad de bi israr in, em xwe bi rêxistin dikin' hat lidarxistin. Yek ji armanca vê konferansê ew bû ku em xwe bi rêxistin bikin, em li her qada jiyanê xwe bi rêk û pêk bikin. Ji bo em li dijî êrişên li me tên kirin bibin bersiv ev konferans pêwist bû. Çimkî AKP-MHP, tifaqa şer û maşikên îxanetê yên bi vana re tifaqê dikin, îro bi êrişên mezin derdikevin pêşberî me. Kesên bûne hevparên neyartiya Gelê Kurd û tevgera azadiya Gelê Kurd êrişî destkeftiyên jinan û Gelê Kurd dikin. Bertekên me yên rêxistinbûyî yên girseyî yên li dijî van êrişana li gorî demê û li gorî tê xwestin pêk nehatiye. Divê em bertek, rêxistinbûyin û hevgirtina xwe li dijî van êrişana hîn bêtir xurt bikin. Loma jî hatina gel hevdu a di konferansên bi vî rengî de girîng e." 

Mijarên hatin nîqaşkirin
Gulser di heman demê de qala mijarên di konferansê de hatin nîqaşkirin kir û wiha pê de çû:"Rojevên jinan û geşedanên siyasî di konferansê de hatin nîqaşkirin. Li ser modelên rêxistinbûyinê jî pêşniyar hatin kirin. Dema mirov li rewşa welatê xwe dinêre polîtîkayên li ser kurdan, qirkirina li ser kurdan dibîne. Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê meşandin dibîne. Êrişên li ser çar aliyên Kurdistanê û li ser nirxên Gelê Kurd jî mijara gotinê ne. Di konferansê de em li ser van mijarana sekinîn. Dîsa pirsgirêkên jin di civakê de, di nava xebatê de dijîn, pirsgirêkên jin ji ber vê pergala serdest a mêr dibînin hatin rojeva konferasnê. Li ser pirsgirêkên aborî, siyasî, hiqûqî û her wekî din ê jinan nirxanin hatin kirin. Lê belê rêbazên em ê çawa xwe ji nexweşiyên vê pergalê biparêzin jî hatin nîqaşkirin. Divê em li dijî nexweşiyên zihniyeta serdest a mêr alternatîfên têkoşînê çawa xurt bikin ? Me bal kişand ser vê yekê jî. Di heman demê de em wekî jin dikarin çawa meclisên xwe xurt bikin, xwe bike hêzeke xurt a têkoşer ? Ev jî xaleke girîng a konferansê bû. Biryarên çareseriyê û pêşxistina têkoşîn û rêxistinbûyinê jî li gor van nîqaşên ku hatin kirin, hatin dayin."

Konferans diyarî Gulistan û Hêro hat kirin 
Gulser bal kişand ser peyamên di konferansê de hatin dayin û wiha got:"Parastin û şîrovekirina nirxên jinan gelekî girîng e. Loma jî ev konferans diyarî rojnameger Gulistan Tara û Hêrô Bahadîn ên ji bo nirxên jinê li berxwe dan, hat kirin. Di konferansê de hat gotin divê em jin bi xurtkirina rêxistinbûyin û têkoşîna xwe bibin keda van jinên têkoşer. Her wiha hat gotin divê jin xwe wekî xwediyê meseleyê bibînin. Bikaribin bibin xwedî gotin. Yek ji peyama din a xurt a ku di konferansê de hat dayin ew bû ku jin bikaribin bibin xwedî gotin. Divê jin di vê çarçoveyê de rol û misyonekê bigirin ser xwe. Divê jin bibin xebatkar û têkoşerên rêxistinkirina civaka xwe." 

'Hêviya jinan mezin bû'
Gulser bi lêv kir ku konferansê hêzek û hêviyek da jinan û wiha dewam kir:"Konferans di warê moral û motivasyonê de baş bû. Bi peyamên jinan dan, hêviya jinan jî mezin bû. Ev girîng bû. Çimkî divê em jin her tim li her derê hêviyên xwe xurt bikin. Em bawer in ku jinên di konferansê de hêviya xwe mezin kirin û hêzek ji konferansê girtin wê bandora xwe li cihên ku diçinê jî bikin. Em hêvî dikin ku wê encameke bi vî rengî derkeve."

'Jinan tecrîd qebûl nekirin'
Gulser da zanîn jinan di konferansê de bal birine ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got:"Mijareke dinê ya girîng a hevpar ku derket holê yek jê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Jinan di konferansê de li dijî tecrîdê û şer dengê xwe bilind kirin. Jinan tecrîd qebûl nekirin û di konferansê de peyama wê li dijî tecrîdê têbikoşin dan. Li dijî zihniyeta tahakumkar a mêr jinan dîsa dengê xwe bilind kirin."

Biryarên konferansê 
Gulser herî dawî bal bir ser biryarên di konferansê de hatine dayin û wiha got:"Ji bo em xwe nû bikin, ji bo em nîqaş û fikrên xwe bi hev re parve bikin hatina gel hevdu ya bi rêya konferansên wiha girîng e. Ji bo xurtkirina bawerî û birdoziya xwe jî girîng e. Ji bo jinan dibe moralekî baş jî. Ji bo jiyanek azad, wekhev û nû divê konferansên bi vî rengî dubare bên çêkirin. Divê biryarên ku di konferansê de hatin dayin di pratîkê de jî derkeve holê. Biryarên di konferansê de yên wekî têkoşîna li dijî talankirina xwezayê, têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî koçberiyê, xurtkirina piştevaniya ji bo jinên astengdar û mezinkirina têkoşîna azadiya jinan a di rêya 3'yem de divê di pratîkê de derkevin pêş."

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.