Parlamenterên jin tên gel hev
Duşem 26 Gulan 2025 - 02:55
Halide Turkoglu derbarê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de ku dê di 28-29'ê Gulanê de wê li Amedê were lidarxistin got, "Berî her tiştî, karên ku jinên Kurd bi salan e di warê siyasetê de dikin hene. Jin dê cara yekem li ser zemîna parlamentoyê werin cem hev."
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd dê di 28-29'ê Gulanê de li Amedê were lidarxistin. Konferansa ku dê ji çar beşên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek deverên Ewropayê parlamenterên jin ên Kurd beşdar bibin, dê ezmûnên têkoşîna jinan û destkeftiyên ku di encamê de bi dest xistine parve bike. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halide Turkoglu, diyar kir ku demek dirêj e armanca wan konferansek wiha ye û derbarê konferansê de agahî da.
Ezmûnên li parlementoyê
Halide Turkoglu, diyar kir ku ew ê di 28-29'ê Gulanê de li Amedê Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd li dar bixin, li ser girîngiya konferansê rawestiya. Halide Turkoglu got, "Berî her tiştî, karên ku jinên Kurd bi salan e di warê siyasetê de dikin hene. Jin dê cara yekem li ser zemîna parlamentoyê werin cem hev. Parlamenterên jinên Kurd ên ji çar perçeyên Kurdistanê, Ewropa û Dîasporayê dê werin cem hev. Berê jî di warê rêveberiyên herêmî de civîn çêbûne. Dema ku em pêşketinên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dinirxînin, em dibînin ku ev konferans çiqas pêvajoyeke krîtîk e. Amadekariyên vê konferansê demek dirêj e didomin. Ezmûnên parlamenterên jinên Kurd dê bingeha vê konferansê bin. Di heman demê de, rêxistina ku ji hêla tevgera jinan ve di têkoşîna azadiya Kurd de hatiye avakirin çawa di parlamentoyê de tê xuyakirin, ew çawa bandorê li siyaseta demokratîk dike, nemaze li Tirkiyeyê, parlamenterên jinên Kurd li Ewropa, çar perçeyên Kurdistanê û deverên din ezmûn û zehmetiyan dijîn? Di zîhniyeta serdest a mêr de çi rê û rêbaz têne ceribandin dê werin parvekirin."
JINNEWS/AMED/ŞEHRIBAN ASLAN