Bi meclîsa jinan wê qad fireh bibe
Duşem 10 Sibat 2025 - 02:30
ROZA METÎNA / AMED
Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinê Bahar Peker têkildarî Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr diyar kir ku armanca wan a sereke çêkirina planên xurt ên ji bo jinan e û wiha got:” Bi meclisa jinan wê qad fireh bibe.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di Hilbijartina Herêmî ya 31'ê Adarê de ket destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî 8 salan di 6'ê Tîrmeha 2024'an de Konseya Bajêr a ku di dema qeyûman de hatibû betalkirin, cardin ava kir. Di bin banê Konseya Bajêr de; Meclisa Çand û Hunerê, Meclisa Jinan, Meclisa Tenduristiyê û Meclisa Astengdaran heye.
Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinê Bahar Peker ku di 12’ê Çileyê de 1’emîn Civîna xwe ya Asayî bi dirûşmeya “Em bajarê jinan bi jin, jiyan, azadî ava dikin” li dar xist, têkildarî Meclisa Jinan a Konseya Bajêr axivî.
Konseya Bajêr ji nû de hat avakirin
Bahar Peker da zanîn ji bo Meclîsa Jinan a Konseya Bajêr bê avakirin wan gavên girîng avêtine û wiha got:”Konseya Bajêr 8 sal berê bi tayinkirina qeyûman re hat feskirin. Konseya Bajêr piştî hilbijartinên herêmî, dema DEM Partiyê şaredarî dîsa bi dest xist, ji nû de hat avakirin. Dê gelek meclîs di binê navê Konseya Bajêr de bên avakirin û hinek jî hatin avakirin û ragihandin. Lê meclîsa ku em herî zêde pê re eleqedar dibin û xebatên wê bi coş dimeşînin meclisa jinan e. Me ji bo vê yekê gav avêt.”
Bi jinan re hevdîtin kirin
Bahar Peker da zanîn ji bo vekirina Meclisa Jinan wan bi jinan re hevdîtin kirine û wiha pê de çû:”Me gelek bal kişand ser wê yekê ku em ê çawa meclîsa jinan a meclîsa bajêr ava bikin, em çawa dikarin tevlêbûnê zêde bikin. Pêşî me ji bo meclisa jinan dîrektîfek amade kir. Me di vê dîrektîfê de da zanîn divê gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tê de cih bigirin. Di heman demê de me got divê jinên koçber jî tê de cih bigire. Me xwest hem jinên dixebitin hem jî yên naxebitin tê de cih bigirin û me dest bi karê xwe kir. Paşê me hizir kir ku em serdana hemû partî û dezgehên siyasî bikin û di heman demê de lêkolînê li ser wan bikin. Li Amedê keyayên jin jî hene û me got divê em van keyayn jî bixin nava van xebatan. Di vî warî de me hevdîtin pêk anîn. Bi rastî dema ku em hatin cem hev û li her sazî û dezgehên ku me serdana jinan kirin û dema me ji wan pirsa ka çi pirsgirêk di vî bajarî de hene, kir xaleke girîng eşkere bû. Şîdet, komkujiyên li ser jinan, îstismarkirin û kuştina zarokan, tiryak, ferzkirina fûhûşê û xizaniyeke kûr, derket pêş çavan û eşkere bû. Û vekirina kreşên bêpere yên zarokên jinên dixwazin bixebitin. Ev pirsgirêk derketine holê, eşkere bûne. Di her serdana saziya ku me pê re hevdîtin kir de, jinan di vî warî de pêşniyarên xwe gotin. Jinan gotin di her qadê de bêyî ku xwe bi mêran ve girêbide dixwazin xwe bi rê ve bibin. Û fikir jî ew bû ku em bibin yek û bi hev re ji bo îstîhdamkirina jinan bixebitin. Bi rastî jî me ji serdana her saziyekê moralekî zêdetir girt ji ber ku hemû jinan ev xebat pir erênî dîtin û gotin ku ew dixwazin beşdarî vê xebatê bibin. Me heta niha serdana hinek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl nekiriye, lê em ê serdanên xwe yên neqediyayî berdewam bikin. Ji ber ku divê hemû jinên Amedê di bin banê meclîsa Konseya Bajêr de bibin yek, me meclîsa jinan ava kir.”
Bi meclisa jinan wê qad fireh bibe
Bahar Peker da zanîn armanca wan ew e ku qadê li jinan fireh bikin û wiha dewam kir:”Me xebatên xwe bi şefafî meşand. Hesabên me yên medyaya dîjîtal ên Konseya Bajêr hene û kesên ku dixwazin beşdarî vê meclîsê bibin dikarin bi rêya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal, forma serîlêdanê dagirin û beşdar bibin. Armanca me ya sereke ew e ku ji bo jinan planên xurt çêbikin û bi cih bînin. Armanc wê ew be ku di çarçoveya pêşniyarên şênber de van lêkolînan pêk bînin da ku gelek qadan ji jinan re vekin. Bi meclisa jinan wê qad fireh bibe.”
Armanc xwerêvebirina jinan e
Bahar Peker herî dawî wiha got:”Di rastiyê de bi jinên Amedê re em hewl didin hêza bêhempa ya jinê derxin holê û gavên jiyana kolektîf a komîn biavêjin. Ji ber ku jin pênc hezar sal in di bin tahakkumekê de ne û bi vê re jin kirine kole. Jin ji hemû qadan îzole bûne û di malên xwe de hatine girtin. Armanca me ya sereke ew e ku jin li vî bajarî bibin xwedî gotin û xwe bi rê ve bibin.”