Meclîsa Jinan: Hewceyî bi çareseriyê heye

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 01:55

Meclisa Jinan a DEM Partiyê deklarasyona têkilî xebatên rojên bê bi civîneke çapemeniyê aşkere kir. Di metna daxuyaniyê de hate gotin,’’Li Îmraliyê tecrîda ku bi temamî li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî û mafên mirovan e, di şert û mercên nebûna ragihandinê de bi awayekî bêperwa didome.’’

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê, deklarasyona xwe ya têkildarî xebatên rojên pêş a bi dirûşma “Em ji bo jiyaneke azad û wekhev bi israr in, li dijî şer in” bi civîneke çapemeniyê eşkere kir.  Metna daxuyaniyê ji hêla parlamentera DEM Partî ya Amedê Sevîlay Çelenk ve hat xwendin. 

Çelenk anî zimên li Tirkiyê dijî pirsa Kurd şerekî germegerme heye, her çendî ev gotin li asta fermî neye qebûlkirin jî ketiye Tirkiye ketiye ber tesîra vî şerî û ev şer, ku kana xwe ji avabûna Komara Tirk tê, xasma jî van 40 salên dawî, pêvajoyên demkurt ne tê, hema bibêje bênavber dom kiriye.

Aştiyeke birûmet lazim e

Çelenk bi domdarî diyar kir ji bo aştiyeke birûmet a pirsa Kurd, divê muxatabên dîrokî li ber çavan bêne girtin û dengê wan bêne bihîstin, pêvajoya aştî û çareseriyê ya di navbeyna 2013-2015’an de bi bîr xist û got hewceyî bi pêvajoyeke wiha heye. 

Tecrîd didome

Çelenk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jî bi bîr xist û got,’’Tevî vê rastiyê jî îro li Îmraliyê tecrîda ku bi temamî li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî û mafên mirovan e, di şert û mercên nebûna ragihandinê de bi awayekî bêperwa didome. Binpêkirina mafan ku li hemû girtîgehan derdikeve pêş û bi taybetî jî bi pêkanînên derqanûnî yên lijneyên çavdêriyê yên îdarî, bi vê tecrîdê re berdewam dike û tecrîdê li tevahiya civakê belav dike.

Şer li Kurdan tê ferzkirin

Çeleng şerê li Sûriyê û qirkirina Êzdîyan bi bîr xist, diyar kir şer bi dawî nebûye û got,’’Li Tirkiyeyê û li erdnîgariya Rojhilata Navîn de bi awayekî zelal tê dîtin ku pirsgirêka Kurd bi darê zorê tê xistin û şer li ser Kurdan tê ferzkirin. ‘’

 Laşê jinê weke ‘axê’ tê talankirin

Bi domdarî Çelenk anî zimên zêdebûna neasayî ya kuştina jinan jî ji ziman û pêkanînên mêranî, mîlîtarîst û zayendperestî yên der barê pirsgirêka Kurd de nayê dîtin û got,’’Di gelek lêkolînan de derketiye holê ku di şer û pevçûnan de bedena jinê û xaka dijmin di bin heman konsepta dagirkeriyê de tê meşandin. Laşê jinê di vegotina mîlîtarîst de weke ax an jî milkê ku bi mantiqa fethê tê desteserkirin, nîşandayîn û talankirin cih digire. Encamên vê di şeran de destavêtin û îşkenceya li ser jinan e. ‘’

Sala aştiyê ya jinan

Herî dawî Çeleng diyar kir Meclîsa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya xwe ya bi sernavê "Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in û li dijî şer in" didin destepêkirin û bi vê çarçoweyê di şeş mehên bê de, ew ê bi organîzekirina panel û konferansên neteweyî û navneteweyî, lidarxistina atolyeyan û zêdekirina nivîs û naveroka dîtbarî ya li dijî şer di medyayê de, xebatek xurt li dijî şer derxînin pêş û ew plansaziyê wê dikin sala 2025’an bikin sala aştiyê ya jinan.

JINNEWS

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.