Ji ber qirêjiyan eşkere dikin tên qetilkirin

Sêşem 19 Tebax 2025 - 03:35

Di 23’ê Tebaxa 2024’an de xebatkarên çapemeniya azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn dema ku ji bo karekê çapemeniyê berê xwe dabûn Seyîdsadiq û Şarezûrê, di encama êrişa balafira bêmirov ya dewleta Tirk a dagirker de li sînorê navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê şehîd bûn. Têkildarî mijarê rojnamevana ji Silêmaniyê Tewar Adil bal kişand ser pêşengiya jinên Kurd ya di civakê de û got:“Di serdemên cuda yên dîroka Kurd de, di warên cuda de gelek jinên pêşeng hebûn, di nav wan de Leyla Qasim, Margaret George, Sakine Cansiz (Sara), Nagîhan Akarsel, Gulistan Tara, Hêro Behadîn û bi sedan jinên weke wan di civakê de dengên azad û wêrek bûn. Lê ew ji aliyê desthilatdaran ve hatin hedefgirtin û şehîdkirin. Ev yek nîşan dide ku pêşveçûna jinan bandorê li hişmendî û aqilê civakê dike û li beramberî wê yekê jî desthilat hewla qirkirin û bêdengkirina jinan dide.” Têkildarî hedefgirtina rojnamevanên jin, Tewar Adil ev tişt got:“Hedefgirtina rojnamevanên jin girîngî û bandora medyayê nîşan dide. Medya her tim çavê civakê ye û her tiştê ku di medyayê de tê weşandin bandorê li civakê dike. Ji ber vê yekê, dijmin û desthilat hewl didin ku rojnamevanan, bi taybetî rojnamevanên jin, qetil bikin. Ji ber ku ew hewl didin razên li pişt perdeya desthilatdarî û hikûmetê eşkere bikin.”

Tewar Adil di derbarê şehîdkirina rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn de da zanîn ku kesayetiya her du rojnamevanan nîşanî civakê da ku ew çawa hewl didin rastiyê ragihînin û rastiya qirkirina civak û jinan nîşan bidin. Di dewamê de wiha got:“Wan bazirganîkirin û modelkirina jinan di pergala kapîtalîst de eşkere dikir. Nîşandana van rastiyan gefeke ji bo desthilatdaran. Ji ber ku Şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn rûyê dijmin û dagirkeran yê rastîn nîşan didan, ji aliyê dijmin û dagirkeran ve hatin hedefgirtin.”

Hêza me di yekîtiyê de ye

Di dewamê de Tewar Adil li ser helwest û parastina rojnamevanên jin ya li dijî qetilkirinê wiha axivî:“Divê her kes li dijî astengkirin û êrişên li ser rojnamevanan helwestek yekdeng nîşan bide da ku ev astengî careke din çênebin. Nebûna yekîtiyê bûye sedema ku dozên rojnamevanan werin paşguhkirin û sûcdar neyên cezakirin. Dema ku qanûn û dadgeh girêdayî desthilatê bin, doz şaş û bi awayek ji yasayê dûr têne birêvebirin. Her wiha li dijî qetilkirina rojnamevanên jin, bêdengî yek ji faktorên ku rê li ber cezakirina sûcdaran digire ye. Dema ku gelê Kurd bi navê PKK’ê an jî bi navê çekdarbûnê doza jinan digire dest, doz tên bêdengkirin. Di heman demê de, rêxistinên ku dikarin li ser navnetewîkirina doz, qirkirin û jenosîdê bixebitin. Ew bi xwe razî bûn ku pirsgirêka gelê Kurd bi PKK’ê ve girê bidin. Lê pêvajoya aştiyê di rê de ye. Ev divê ji bo kesên azadîxwaz û li ser pirsgirêka Kurd û doza jinan disekinin gavek be, da ku di asta navnetewî de li ser bixebitin. Hêz di yekîtiyê de ye. Divê rojnamevanên jin bi qasî ku pêkan bi yekîtî bixebitin û di nav êriş û xwepêşandanan de piştgiriyê bidin hev. Her wiha li dijî jinan, bi taybetî rojnamevanên jin, polîtîkayeke bêdengiyê heye. Ji ber vê yekê, tenê yekîtî dikare zilm, zordarî û neheqiyên li dijî rojnamevanên jin bidawî bike.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.