Li Îranê şewat

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 19 Hezîran 2024 - 00:18

Li gor medya fermî ya Îranê, li bakurê Îranê agir bi nexweşxaneyek ket. Hat diyarkirin ku di encama şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Televîzyona dewletê ragihand ku li bajarokê Raht ê paytexta eyaleta Gîlanê serê sibehê agir bi Nexweşxaneya Gaemê ket. Hate ragihandin ku ji bo tespîtkirina sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Serokê Zanîngeha Zanyariyên Tipê ya Gîlanê Mohammad Taghi Ashobi ji televîzyonê re axivî û got:“Di encama şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.” Li gorî heman çavkaniyê, li nexweşxaneyê di dema şewatê de 142 nexweş hebûn.

Di Mijdara 2023’an de li heman eyaletê li navendeke detoksê ya li bajarokê Langarudê di encama şewateke mezin de 32 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di Hezîrana 2020’î de li bakurê Tehranê agir bi gazên tupê yên li klînîkekê ketibû û herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.