Li Hewlêrê şewat
Çarşem 31 Çile 2024 - 01:55
Doh li ser rêya Hewlêr-Guwêr agir bi parzûngeheke neftê ket. Di encama şewatê de 3 kes birîndar bûn. Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Karwan Mîrawdelî di daxuyaniyek de ragihand, li parzûngeha neftê ya Emîn a li ser rêya Hewlêr-Guwêr şewat derket. Mîrawdelî eşkere kir di encama şewatê de 3 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.
Mîrawdelî diyarkir ku hewldanên wan ên ji bo vemirandinê berdewamin.
NAVENDA NÛÇEYAN