Azad Reşîd Hewêz bi nasnav Azadê Tinê ku bi salane tenê li ber Keleha Hewlêrê karê wênekariyê dike, bedewiya xwezayê ji bo xwe kiriye faktorê esasî ya karê hunerê û ji bo ciwanan jî dibêje girîngî bidin kêrhatiyên xwe û got: “Huner nebe jiyan nabe.”
Huner û karê şêwekarî yê destan yek ji karê herî bedew yê hunerê li cîhanê. Herêma Kurdistanê jî xwedî huner û kêrhatiyên mezinin. Xwezaya bedew ya Kurdistanê jî tim bûye mijar û babetên tabloyên hunermendan. Nimûneya vê şêwekar Azad Reşîde ku bi Azadê Tinê tê nasîn, li ber Kelha Hewlêrê karê şêwekariyê dike.
Şêwekar Azad Reşîd karê wî li ser kaxezê bi rengên reş û spî ye. Azad Reşîd şêwekareke li bajarê Hewlêre û ji sala 1984’an ve vî karî dike. Rojane li derdora Kelha Hewlêrê rûdine, wêneyên welatiyan li ser rûpelên spî xêz dike. Şêwekar Azad Reşîd vê dibêje; “Bedewiya xwezayê wisa li min kiriye ku dest bi karê şêwekariyê bikim. Rojane keç û xortên bajar serdana min dikin, ez jî ji bo wan dibim alîkar ji bo fêrî karê hunerê bibin.”
Xetên reş û spî
Debara jiyanê ya Azad Reşîd li ser xêzêkirina wêneyên kesên rojane serdana wî dikine û got: “Ez li aliyek wêneyên kesên daxwaz dikin û li aliyê din jî wêneyên kes û hunermendên diyar xêz dikim. Piranî wêneyên ez xêz dikim reş û spî ne. Rengên din jî bikar tînim, lê zêdetir daxwaz li ser reş û spî ne. Ji bo wê min jî giranî daye bikaranîna rengên reş û spî.”
Şêwekar Azad Reşîd destnîşan dike ku her kesê dest bikar yan hunerek bikin rastî astengiyan tê, lê heta niha rastî astengiyan nehatime di mijara karê xwe de û dîsa kesên alîkarî dikin jî pirin û got: “Dema xetan dikişînim pir kêfxweş dibim. Dikevim cîhaneke xeyalan. Her kesê hunereke bike hemû xem û kulên xwe direvin, ji ber ku bi karê xwe re mijûl dibî, ji nava hizir û ramanên te derdikevin û diçin.”
Herî dawî Şêwekar Azad Reşîd bang li ciwanan dike û dibêje; “Bi hêviya her ciwanek yan her kesek hunerek yan kêrhatiyek heye girîngî bidinê ji bo pêş ve biçe. Her tişt bi hunerê bedewe, eger huner nebe jiyan jî nîne.”
ROJNEWS/HEWLÊR