Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di serdana xwe ya Hemdaniyê de ragihand ku 115 kesên di şewata li salona dawetê ya li Hemdaniyeyê de mirin, wê weke şehîd bên tomarkirin.
26’ê Îlonê bi şev, li bajarokê Hemdaniyê yê ser bi Mûsilê li saloneke dawetê ji ber şewatê 115 kes mirin û zêdetirî 200 kesî jî birîndar bûn. Doh danê sibehê, Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd çû serdana cihê karesata û çû serdana kesûkarên qurbaniyan jî.
Serokkomarê Iraqê got: “Kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane wê weke şehîd werin tomarkirin. Hemû nexweşxaneyên li ser Wezareta Tenduristiyê ji bo dermankirina birîndaran amade ne.”
MÛSIL