Li hepsê 41 kes şewitîn

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 8 Îlon 2021 - 23:56

  • Polîsê Îndonezyayê ragihand ku çarşemê sibehê agir bi Hepsa Tangerangê ketiye.

Li herêma paytext a Îndonezyayê Cakartayê, ji ber şewata li hepsekê herî kêm 41 kes mirin. Bi dehan kes jî birîndar bûn. 

Polîsê Îndonezyayê ragihand ku çarşemê sibehê agir bi Hepsa Tangerangê ketiye.

Şefê polîsan ê Cakartayê Fadil Îmran got, 41 girtî mirine, 8 jê giran nêzî 80 kesî jî di şewatê de birîndar bûne.

Di şewatê de tesîra herî giran li beşa girtiyên ji sûcên narkotîkê bû. Heta agirkujan agir vemirand, 41 mehkûm û girtî mirin û pirraniya wan mehkûm û girtî 80 kes jî birîndar bûn.

Rayedar gumanê dikin ku ji ber pirsgirêka elektrîkê agir bi hepsê ketibe, lê lêkolîn hîna dewam dike.

CAKARTA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.