- Li dibistaneke Nîjerê, agir bi dibistanekê ket û di şewatê de 25 zarokan canê xwe da.
Li dibistaneke Nîjerê, agir bi dibistanekê ket û di şewatê de 25 zarokan canê xwe da.
Li paytexta Nîjerê Nîameyê, li bajarokê Maradiyê agir bi dibistanekê ket. Banê wê dibistanê bi pûş hatibû çêkirin. Nehat zanîn ka ji ber çi agir bi dibistanê ketiye. Di encama şewatê de li dibistanê 25 zarokan canê xwe da. Lijneya Wezîran jî ragihand ku 14 zarok birîndar bûne û ji wan rewşa tendirustiya 5´an giran e.
Midûrê Perwerdeyê yê Heremê, Maman Hdî got, " Em nizanin ji ber çi agir bi dibistanê ketiye. Em ê navberê bidin perwerdeyê" û anî ziman ku wan li heremê 3 rojan şîn ragihandiye.
NAVENDA NÛÇEYAN