Di şewata daristanê de 2 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 7 Îlon 2022 - 21:21

  • Li eyaleta Kalîforniyayê ya ser bi DYE’yê, ji nû ve agir bi daristanê ket û herî kêm 2 kes mirin.

Li eyaleta Kalîforniyayê ya ser bi DYE’yê, ji nû ve agir bi daristanê ket û herî kêm 2 kes mirin.

Li herêma Los Angelesê heta niha agir li devera hezar û 600 hektarî belav bûye. Agirkujan xwest zêdeyî 3 hezar malbat xaniyên xwe biterikînin. Rayedar ji ber qutbûna elektrîkê jî bi fikar in.

Di encamê de gelek xanî şewitin, herî kêm 2 kes jî mirin. Kesek jî bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Dibistanên li derdorê jî hatin girtin.

Têkîldarî sedema şewatê, lêpirsîn hat destpêkirin. Şirketa Southern California Edison diyar kir ku li cihê şewatê pirsgirêka elektrîkê hebûye.

Ji ber şewatê pirsgirêka germahiyê jî dijwartir bû: lin hin deveran germahiya hewayê bû 43 santîgrad.

Hefteya bihurî jî li Los Angelesê şewatê bi hezaran hektar daristan tine kiribû.

LOS ANGLES

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.