Kusama û eynikên bêdawî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 10 Nîsan 2022 - 22:00

  • Eynikên bêdawî yên Kusama, mirov ji vê dinyayê dibin dinyayeke din. Dawî tine ye di van neynikên wê de. Ew bi van neynikên xwê sînoran radike û hunerekî xweşik ava dike.

XASÊ CÛNÊ

Yayoi Kusama hunermendeke navdar a avant-garde e. Di sala 1929’an de li Matsumoto, li Japonyayê tê dinyayê. Nexasim jî şêweyên hunerî yên piştî şerê cîhanê yê yekem bandor lê kirine. Minîmalîzm, hunerê femînîst, hunerê modern û pop art çend şêweyên hunerî ne ku Kusama ji wan hez kiriye û di vî warî de berhem afirandine. Ew heta niha li ser gelek disîplînên hunerî hûr bûye û wê di warê peyker, şêwekarî û înstalasyonê de ji xwe re navek çêkiriye. Kusama ji bo karên xwe çêke ji wêje û sînemayê jî sûdê digire, lê ew herî zêde bi înstalasyonên xwe tê naskirin. 

Zarokatiya Kusama zarokatiyeke normal nîne. Dema dibe 10 salî xeyalên ecêb dibîne. Ew ji van xeyalên ecêb hunerekî diafirîne. Destpêka hunerî ji bo wê şanik in. Ev deq û niqutk berê wê didin huner û Kusama di sala 1952’yan de li Japonyayê pêşangeha xwe ya solo ya yekem vedike. Lê diya Kusama naxwaze ku keça wê bi hunur re mijûl bibe û dixwaze ew jî weke keçên wê yên din zû bizewice. Kusama li hember vê yekê derdikeve û di sala 1957’an koçî Emerîkayê dike. Dema li Emerîka dimîne, gelek kar û xebatan dike û pêşangehên wê çêdibin. Di gelek karên xwe de dîsa van şanik û niqûtkan bi kar tîne.

Ji kundiran hez dike

Kusama bi qasî 16 salan li Emerîka dimîne û bi karê xwe li her derê dinyayê tê naskirin. Nexasim jî ew bi înstalasyon û peykerên xwe yên kundiran tê naskirin. Formên kundiran li gel wê taybetmendiyeke sereke ye. Kundirên wê yên bi rengê zer û deqan hatine xemilandin li gelek deveran hatine nîşandan û li hin deveran jî hatine bicihkirin. Ev hezkirina wê ya ji bo kundiran ji zarokatiya wê tê. Malbata Kusama malbateke cotkar bû û li zeviyên xwe kundir diçandin. Kusama dema zarok bûye wêneyê van kundiran xêz kiriye. Wê bi van xêzên kundiran dest bi şêwekariyê kiriye û bi demê re bala wê çûye ser peyker û înstalasyonan. Her çend diya wê li pişt wê nesekine û xwestibe li hemberî vê xwesteka wê ya hunerî bisekine jî, Kusama bi gotina diya xwe nake û li pey xeyalên xwe diçe.

Bi şev li nexweşxaneyê bi roj li studyoyê

Dema ji Emerîka vedigere Japonyayê, bi daxwaza xwe diçe li nexweşxaneyeke psîkolojiyê bi cih dibe û heta niha jî li wir dimîne. Wê li nexweşxaneyê gelek roman, helbest û otobiyografî nivîsandine. Kusama bi şev li nexweşxaneyê û bi roj jî li studyoya xwe dixebite û hîna jî diafirîne. Niha jî li Emerîka, New Yorkê bi navê “With Eternity: Yayoi Kusama” (Bi bêdawîtîyê re: Yayoi Kusama) heye. Di vê pêşangehê de koleksiyoneke wê ya berfireh heye. Di nav vê koleksiyonê de înstalasyona wê ya “Infinity Mirror” (Eynikên Bêdawî) jî heye. Xebata wê ya bi navê “My Heart is Dancing in the Universe” (Dilê min di gerdûnê de direqise) jî heye ku ew jî ji eynikên bê dawî pêk tê. Her wiha tablo, peyker û wêneyên wê jî di pêşangehê de tên nîşandan. Helbet bê peykerên kundiran jî nabe, di pêşangehê de kundirên wê jî tên nîşandan. 

Sînoran radike û bêdawîtiyê diafirîne

Kuratorê pêşangehê Melissa Chiu derbarê pêşangeha Kusama de got, “Hunermendeke ji Kusama baştir tine ye. Di pêşangehê de gelek berhemên ku bi şêwazên cuda hatine çêkirin hene. Yanî gelek rengên cuda hene. Ev berhem karîyera Kusama ya ku di gelek warî de pêşengî kiriye nîşanî xelkê didin.” 

Eynikên bêdawî yên Kusamayê mirov ji vê dinyayê dibin dinyayeke din. Yayoi Kusamayê eynikên xwe pirr baş sêwirandine û dema mirov li neynikên wê dinihêrin hîpnotîze dibin. Yanî ew li ber van eynikan li dinyayeke din dihizirin û xwe li ciyekî din dibînin. Dawî tine ye di van neynikên wê de. Ew bi van neynikên xwê sînoran radike û hunerekî xweşik ava dike. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.