Kenê bawerî û serketinê

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Nîsan 2024 - 00:58

Piştî ku li Wanê mazbataya Abdullah Zeydan dan namzetê partiya AKP’yê gelê Kurd daket kolanan û nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê da. Xelkê bi şev û roj ji bo mazbatayê wergirin çalakî li dar xistin û di dawiyê de dewleta Tirkiye mecbûr ma mazbatayê li Abdullah Zeydan vegerîne. 

Di çalakiyan li kolanan de gelek kes hatin binçavkirin. Di nav wan de xortekî Kurd hebû ku bi kenê xwe mohra xwe li çalakiyan xist. Ew her çend di nav lepên polîsan de dîl girtî be jî ken ji rûyê xwe kêm nekirin û kenê wî bû sembola serketina li Wanê.

Ribwar Parwîzî ku di çalakiyên bi vî rengî de bi hunerê dadikeve û resman çêdike vî xortê jî jibîr nekir û resmekî wî xêz kir. Va ye ew resmê ku Ribwar Parwîzî ji bo wî xortê rûken xêz kirî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.