Ehmed Şemal; dengê hejaran

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:18

Humermend Ehmed Şemal, hunermendek hejaran bû û bi xwe di nav hejyariyê de jiyaye, jibo vê jî piraniya stranên xwe jî ji bo hejaran gotiye û çîna hejar xwe di nava stranên wî de dîtiye, lewma bûye dengê hejaran.

Ehmed Şemal di sala 1922’yan de li Taxa Çiwarbaxî ya Silêmaniyê ji dayik bûye. Navê Ehmed Şemal yê temam Ehmed Mehmûde û bi navê ‘Ehey Xulesneyî yan jî Ehmed Şemal tê naskirin. Ji ber ku bavê wî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, nasnavê Sine jî girtiye.

Di temenê xwe yê zarokatiyê de dest bi xwendina Quranê kiriye, piştre ji ber rewşa hejariyê dev ji xwendinê berdide û li bajaran dest bi karkeriyê dike û alîkariya bavê xwe dike. Di jiyana xwe de karên weke, karkerî, nêçîrvanî, şivanî kiriye. Jiyana xwe bi êş derbas kiriye. Her wiha li gel kar girîngî daye hunerê jî. Piranî şivanî kiriye. Li Silêmaniyê dizewice û bavê 6 zarokên bi navê Cemal, Celal, Ceza, Şemal, Nask û Benaz e.

Stranên ji bo evîndar û xwezaya Kurdistanê

Ehmed Şemal li Silêmaniyê dest bi karê hunerê kiriye. Li gel jiyanek wî ya dijwar hebû, lê dîsan gelek bi hêvî bû. Ehmed Şemal kesek gotin xweş bû û dev bi ken bû. Rûniştinek li gel wî bêyî ken derbas nedibû. Ji derveyî vê, stranên wî jiyana wî vedigot. Stran ji bo evîndaran û xwaza Kurdistanê gotiye. Kesek welatparêz bû. Di nava civakê de bi gotinên xwe yên xweş û bi bandor dihat naskirin.

Di sala 1953’yan de dest bi karê hunerî kiriye, piştî demekê di nava civakê de tê naskirin û ji aliyê gel ve tê hezkirin. Li gel hunermendên wê demê, hunermend Mamlê, Merdan û zîrek stran gotiye. Piştî ku Hunermend Ehmed Şemal di 3’yê Nîsana 1997’an de li Silêmaniyê koça dawî kir, di sala 2016’an de pêykersaz Teha Resul peykerê wî çêkir û taxa Çiwarbaxî yê Silêmaniyê danî.

Hunermendê neteweyî yê Silêmaniyê

Biraziyê Ehmed Şemal, Kameran Osman têkildarî Humermend Ehmed Şemal axivî û got; “Hunermendek netewî yê Silêmaniyê bû, gelek dihat hezkirin û ti carî di navbera zarok û mezinan de cudahiyê nedikir. Hemû reng di stranên wî de hebûn, Ehmed Şemal bi hejarî û karkeriyê ji bo debara jiyana xwe hemû kar jî kiriye.” Mihemed Hacî Hisên ku xwediyê dikanek ya qeydkirina dengane dibêje; “Ji sal 1970’an ve ez hunermend Ehmed Şemal nas dikim, her tim bê beramber kar dikir, me zêdetirî 15 kar jêre kir û me bi hunermend Elî Reş Kerîm Xemzeyî re du konser lidarxist.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.