Dalî û îlhama wî ya xwezayê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:27

Hunermendê îkonîk Salvador Dalî di warê surelîzmê de gelek berhem çêkirine ku her yek ji yê din ecêbtir e. Esas ev ecêbî dike ku bala xelkê bêhtir here ser berhemên Salvador Dalî. Hunera Dalî û nihêrîna wî ya hunerî gelek hunermendên din di bin tesîra xwe de hiştiye. Nexasim jî xebatên wî yên di warê xewn, hafize, wext û xeyalan de bala gelek hunermendan kişand.

Li gel wêneyên ku Dalî çêkirine koleksiyoneke wî ya mezin ji hebû ku ji gelek alavan pêk dihat. Taximê wî yê ku ji sê kevçî, du çetel û du kêran pêk tê jî têra xwe balkêş e. Ji bo vê koleksiyona xwe Dalî ji xwezayê îlham wergirtiye û bi zêr û zîv van alavan sêwirandiye. Ji bo van alavan xweşiktir nîşan bide çend malzemeyên din jî bikaraniye û bi vî awayî vê koleksiyona xwe temam kiriye. 

Çetelekî di koleksiyonê de dişibe fîlekî, kêrekî şibandiye şeytanokan, kêrekî jî şibandiye pelên daran, du kevçiyan jî şibandiye engînaran û çetelekî jî şibandiye masiyan. Ev alav nîşan didin ku sînor ji xeyalên Salvador Dalî re nînin û wî gelek berhemên xwe hêza surealîzmê çêkirine.

Salvador Dalî vê koleksiyona xwe di sala 1957’an de sêwirandiye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.