Bibîranînan zindî dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Nîsan 2024 - 00:51

  • David Cox ku weke peykersazekî li Awustralyayê dijî ji tûşên kevn ên piyanoyan çûkên xweşik disêwirîne. Ew bi van peykerên xwe her wiha bibîranînên malbatan jî zindî dike û dike ku xelk bîranînên xwe jibîr nekin.

Enstrumana muzîkê ya piyanoyê ku weke enstrumaneke li mal tê zanîn ji bo hin kesan ji enstrumanekê wêdatir e. Yanî ew ne enstrumaneke ji rêzê ye. Lê piştî demekê piyano jî weke gelek enstrumanên din ên muzîkê kevn dibin û xwediyên wan mecbûr dimînin xatir ji van piyanoyan bixwazin. Gelek ji wan jî tên avêtin û ev piyano yan dirizin an jî zengarî dibin. Lê peykersazê Awustralyayî David Cox rêyekek alternatîf dîtiye ji bo van piyanoyên avêtî û piyanoyên kevn ên ku êdî nayên xebitandinê ji nû ve zindî dike ango wan bi ruh û can dike. Ew ji piyanoyên kevn û xerabûyî, nexasim jî ji tûşên piyanoyê pekerên teyrê sîmir, tawis û bûman çêdike. 

David Cox bi van peykerên xwe yên xweşik xwedî li enstrumanên dîrokî derdikeve û ji bo ku ew van enstrumanan vediguherîne berhemên hunerî pirr kêfxweş e. Ji bo piyanoyên ku wî weke peyker sêwirandiye dibêje; “Serpêhatî û bibîranînên me yên herî hestiyar û bi mane bi hin amûran ve girêdayî ne. Ew ji bo insanan gelekî bi nirx in. Ez jî bi van piyanoyan careke din balê dibim ser bibîranînên xelkê yên bi piyanoyê re. Her yek parçeyê piyanoyê bi baldarî hazir dikim û weke peykerekî li dîwar dadileqînim. Bi vî awayî piyano dîsa dibin taca serê salonan û ez quncikekî ji wan re vediqetînim.”

Tûşan dişibîne perên çûkan

David Cox bi awayekî tesadûfî dest bi vî karî kiriye. Gava hevalekî wî dixwaze studyoyeke qeydkirinê damezirîne pêdivî bi piyanoyekê dibîne. Yanî hevalê wî dixwaze weke berhemeke hunerî tiştekî bisêwirîne da ku deyne studyoyê. David Cox li studyoyê çav bi tûşên piyanoyeke şikestî dikeve û van tûşan bi hev ve dizeliqîne lê dike nake nikare wî tiştê ku hevalê wî dixwaze derxe holê. Li ser vê yekê David Cox dibêje; “Piştî demekê min ferq kir ku tûşên piyanoyê ne rast in û dişibin lingên kûçikan. Piştî wextekî dîsa li ser van tûşan hûr bûm û min ferq kir ku mirov dikare van tûşan weke perê çûkan bikarbîne. Ev peykerên min jî bi vî awayî derketin holê.”

Dike peyker û li kesan vedigerîne

David Cox qederê 50 peykerên bi vî rengî çêkirine ku her yek li gor daxwazên kesan hatine sêwirandin. David Cox van peykeran li gor daxwazên kesan bi tûş û rengên cuda disêwirîne. Yanî hemû jî taybet in û xwedî hûrgiliyên xweşik in. Bi vî awayî ew piyanoyên kevn tevî tûşên wan vediguhere berhemên hunerî û dîsa dişîne mala wan. Li gor ku David Cox dide zanîn li Awustralyayê hema bêje di her malê de piyanoyeke ku êdî naxebite û kevn bûye heye û dibêje, “Ev enstrumanên hestiyar in. Piştî kevnd dibin zû dişikên û êdî bi ti awayî nayên bikaranîn. Ji lewma êdî insanên li vir dijîn hay ji min çêbûn ku ez piyanoyên kevn weke peykerên hunerî çêdikim û dîsa li xelkê vedigerînim. Di nav hefteyekê de li ser tûşên piyanoyê hûr dibim û wan li ser dîwar çêdikim. Piştî ku îkna dibim temam bûye peykeran dişînim ji xwediyên wan re.”

Ji bibîranîn peykeran disêwirîne

Gava mirov bala xwe didin ser van peykerên David Cox ji wan we ye qey giş eynî ne. Lê ne wisa ye, detayên her peykerekî cuda ye. David Cox; “Her yek ji ya beriya xwe cudatir e. Gava malbat tên gel min û behsa serpêhatiyên xwe yên bi piyanoyê re dikin di serê min de tiştek ava dibe û ez jî li gor van bibîranînan peykeran disêwirînim. Gava van peykeran li dîwaran dadileqînin gelek ji wan hestiyar dibin û digirîn. Ez jî ji karê xwe hez dikim û dixwazim bi van peykeran bibîranînên kesan zindî bikim.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.