Rewşenbîrên keysperest û pêl-ava Ocalan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Nîsan 2024 - 00:45

  • Ehmed Huseynî di sala 2008’an de li Londonê helbeseteke bi navê “Qendîlos Ocalanos” dinivîse. Lê ji ber ku ev keysperest ji gotinên helbestê fam nakin helbestê jî şaş şirove dikin. Çawa ku Ehmedê Huseynî gotibe “Bila hemû helbest bi qurbana pêlava Ocalan bibin” dixwînin meseleyê û dixwazin êrîşî Ehmed Huseynî bikin.

“Kî ji we dizane mirov çawan dikare laşê xwe ji bageran, çavên xwe ji xewrevînê, destên xwe ji kuştinê, welatê xwe ji mirinê û dilê xwe ji hezkirina hechecîkan, biparêze?
Ocalanos ji helbestan, ji kêlên dîrokê, ji darbesta gulan û ji dengbêjên mirinê dipirsî!
Min jî bersiva wî bi hêrs dida: De bila hemî peyv û hemî helbest bi qurbana pêl-ava te bin Ocalanos!”

Ehmed Huseynî di sala 2008’an de li Londonê helbeseteke bi navê “Qendîlos Ocalanos” dinivîse. Piştî helbest tê belavkirin gotina “De bila hemî pev û hemî helbest bi qurbana pêl-ava te bibin Ocalanos” ji hêla “reşwenbîrên keysperest” ku Ehmed Huseynî bi xwe ev nav li wan dike, gelekî tê nîqaşkirin. Lê ji ber ku ev keysperest ji gotinên helbestê fam nakin helbestê jî şaş şirove dikin. Çawa ku Ehmedê Huseynî gotibe “Bila hemû helbest bi qurbana pêlava Ocalan bibin” dixwînin meseleyê û dixwazin êrîşî Ehmed Huseynî bikin.

Li ser van êrîşan Ehmedê Huseynî di sala 2010’an de bersivekê dide van “rewşenbîrên keysperest” û wan dihetikîne. 

Ehmed Huseynî ev mesele wiha rave dike; “Çend rojan berî xwendina helbestê ya di şahiyê de, dema min helbest amade dikir û xwendina helbestê ji xwe re dûbare dikir da ku di xwendinê de şaş nebim û bikaribim bi şêwazekî serkeftî bi dawî bikim, di wan kêlîkan de, min hest kir, ku serê du salan e min di dawiya beşa yekem a helbestê de, dema ku Ocalanos ji helbestvanî dipirse, min Ocalanos bêbersiv hiştiye. Lewra min hevoka ‘Min jî bersiva wî bi hêrs dida: De bila hemî peyv û hemî helbest bi qurbana pêl-ava te bin Ocalanos!’ lê zêde kir û min bi vê bersivê dawî li kêmasiya helbesta xwe; kêmasiya ku min ew didît û hest dikir, anî. Mebestên min ji (pêl)ê cemawerê Kurd yê ku serê çend salan e wateyên heyînê pêşkêşî nasnameya Kurd dikin û ji (av)ê jî hizr û boçûnên Ocalanos, bûn. 

Pêl-av bû pêlav!

Gava Ehmed Huseynî vê helbest dinivîse weke navê xwe dizane ku ew ê bi vê gotinê êrîşî wî û helbesta wî bikin. Axir tiştê lê dihizire tê serê wî û vî tiştî jî wiha tîne ziman; “Her wisa min ev hevok li helbesta kevin jî zêde kir û min bi biryar ne ku li ser piyan û ji hêrsê yan ji ji bo dilxweşkirina hinekan, ew di şevê de xwend. Berî ku helbestê bixwînim jî, min ji çend dostan re behsa vê guhertinê kiribû û ji dostekî re jî got; binêre aniha pêl-ava Ocalanos dê bibe pêlava Ocalan, bi rastî jî wisa lê hat! Piştî xirecira nivîsên ji pêlavan jî arzantir, yên ku, ne bi tenê bi qurbana pêlava Ocalanos bin lêbelê bi qurbana pêlava min jî bin, min ew hevoka nû, li helbesta di internêtê de jî zêde kir. Piştî weşandina helbestê di Roj Tv’yê de, hin kesên ku gotina min a pêl-avê; bîranînên wan ên kevnar ên maçîkirina pêlava Ocalan vejand, dest pê kirin û Pêl-ava min, veguherandin û ji xwe re kirin pêlavek, xistin devê xwe de û dest bi cûtina wê kirin.”

Hin pêlav ji hin peyvan nirxdartir in!

Ehmed Huseynî li ser nîqaşan forma dawîn a helbesta xwe ya “Qendîlos Ocalanos” careke din parve dike û kesên êrîş birine ser wî bi qurbana pêlava Ocalan dike; “Vê helbestê, herdû beşên wê, careke din diweşînim, da her kes bizanibe ku forma dawîn a helbesta min ev form e. Lê yê nexwaze vê şiroveya min bawer bike, dikarim bi zimanekî zelal, ronak, bi kurmanciya spî jê re bibêjim û hetahetayê jî berpirsê vê gotina xwe bim:
Ocalanos ê ku ez wî di helbesta xwe de dibînim û di xeyala xwe de pê re dijîm, yekî wisa ye ku hêja ye bi hezaran caran helbest û peyv bibin bi qurbana pêlava wî;  helbest û peyvên ku çurîskên xwîna Kurd a herikbar bi çerçefên zimanên xwe yên rizyayî û birakujane û bi xeyalên xwe yên zuhabûyî û bi derbirînên xwe yên bêast û bênirx,  vedişêrin!! Îca kî ji xwe re çawan dixwîne û çawan şirove dike û çawan lêhûr û kûr û dûr dibe, azad e!?  Lê pêwist e ji bîra tu kesî neçe ku, hin pêlav hene, bi rastî jî, ji hin peyvan; peyvên çayxane û peyvên rewşenbîrên keysperest ên malperên kurmanciya sedsala bîst û yekê, nirxdartir in.”

Ji bo helbesta “Qendîlos Ocalanos” lînk li jêr e;

https://www.welateme.info/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1996

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.