Tesîra avûhewayê ya li ser civakê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 6 Nîsan 2024 - 00:29

Pêşbirka wêneyan a çapemeniyê ku ji bo hemû nûçegîhanên dinyayê tê lidarxistin wêneyên herî serketî yên sala 2024’an neqandin. Pêşbirk hewl dide bi van wêneyan serpêhatiyên li dinyayê diqewimin nîşanî xelkê bide. 

Wêneyê herî serketî ji nav 61 hezar wêneyan hate hilbijartin. Ji 130 welatî 3 hezar û 851 kesî miracaetî pêşbirkê kiribû. Ev wêne pêşî ji hêla juriyên herêmî û paşê jî ji hêla juriyên navneteweyî hatin hilbijartin.

Wênegirê bi navê Eddie Jim li Fiji wêneyekî balkêş girtiye. Wî vî wêneyê xwe li “Girava Kîoa” ya Fiji giritye ku balê dibe ser guherîna avûhewayê. Ji lewma li giravê her diçe av bilind dibe û heger bi vî awayî dewam bike xelkên ku li wir dijîn ew ê mecbûr bimînin koç bikin. Lotomau Fiafia ku yek ji rûsipiyên xelkên li giravê ye tevî neviyê xwe di nav avê de disekinin. Lotomau Fiafia nîşan dide ka berê av heta kur dihat û niha gihiştiye çi astê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.