Kurdî xwebûn e

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:19

Hevberdevka Enstîtuya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş got ziman hîmê xwebûnê ye û bêyî xwebûnê mirov winda dibe. Karakaş got bêyî zimanê zikmakî zarok nikarin serkeftî bin, banga xwedîderketina li Kurdî kir.

Hevberdevka Enstîtuya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş anî ziman ji bo tinekirina zimanê Kurd bi sedan sal in polîtîkayên asîmîlasyonê têne rêvebirin û banga xwedîderketina li ziman kir.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li hemû qadên jiyanê li ser Kurdî didomin. Mirovên ku bi Kurdî diaxivin dibin hedefa êrîşên nijadperestiyê, rojname û kovarên bi Kurdî weşanê dikin têne qedexekirin, bi hinceta Kurdî konserên rojnamevanan têne qedexekirin. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk têkoşîn jî dewam dike.

Hevberdevka Enstîtuya Zimanê Kurd a Amedê Mîne Karakaş got, "Polîtîkayên asîmîlasyonê zêdeyî sed sal in bi rêk û pêk li hemberî Kurdan tê rêvebirin. Ji sala 2016'an û vir ve piştî ku saziyên perwerdeya Kurdî hatin girtin, rêjeya axaftina bi Kurdî pir kêm bû. Ev rewş ne tenê di sala 2016'an de bi vî rengî bû, nêzî sed sal in polîtîkayeke asîmîlasyonê tê meşandin."

Bêziman xwebûn nîne

Mîne Karakaş diyar kir  armanc ji polîtîkayên asîmîlasyonê ew e ku Kurd bê nasname bêne hiştin û got, "Armanca polîtîkayên asîmîlasyonê diyar e; Bênasname hiştina Kurdan, bêçand hiştina Kurdan. Kurd çiqasî ji zimanê xwe dûr bikevin, wê ewqasî jî ji çanda xwe, ji hebûna xwe, ji hişmendiya xwe, ji civaka xwe dûr bikevin. Dema ziman nebe hûn bê çand in, bê nasname ne, xwebûneke we nîne.’’

Armanca krêşan asîmîlasyon

Mîne Karakaş bi domdarî wiha got:  Hûn ne xwedî xwebûnê bin hûn ê winda bibin. Armanca dewletê ev e, dixwaze wê bêyî tiştekî bihêle. Weke saziyên ziman bi salan e em li ser van mijaran dixebitin. Saziyên me li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê karekî cidî dikin. Bi taybetî me giranî da ser zaravayê Kirmanckî ku li ber tinebûnê ye. Ji salên 2000'î û pê ve bi pêşketina teknolojiyê re polîtîkayên asîmîlasyonê jî giran bûn. Dema ku mirov bala xwe didin ser polîtîkayên dewletê dibînin ku kreş êdî li gundan jî hatine avakirin. Armanc ji vê yekê ew e ku zarokên me yên çar salî jî zimanê xwe dûr bixînin û asîmîle bikin. Armanca me jî ew e ku Kurdî bibe zimanê perwedeyê, li Tirkiyeyê bibe zimanê fermî. Heta ku nebe zimanê perwerde û fermî zehmet e ku em wî zimanî rizgar bikin. Eger hûn zarokekî di biçûkaniyê de bi zimanê dayikê perwerde nekin, piştre zehmet e ku li cewhera xwe vegere, zimanê xwe hîn bibe."

Bêyî ziman serkeftin nabe

Mîne Karakaş destnîşan kir ku ji bo pêşvebirin û belavkirina zimanê Kurd divê têkoşîneke topyekûn bê meşandin û got, "Li kolanan, li malê, li kar divê em bi zimanê xwe biaxivin. Li malê divê em bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Zarokekî bi zimanê xwe yê dayikê mezin nebe, ti carî nikare li qadeke jiyanê serketî be. Ev rewş bi rengekî zanistî hatiye ispatkirin. Em xwedî li zimanê xwe derkevin. Li her qada jiyanê em zimanê xwe bi kar bînin.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.